Amazon (kompanî)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Logo

Amazon.com, Inc. kompaniyayeka bazirganiya elektonîkî û dûreberisandinê ya amerîkayî ye ko bingehê wê li Seattleya wîlayeta Washingtonê ye.

Jeff Bezosî li sala 1994ê ev kompanî damezirand. Amazon ji alîyê dahatê û sermayeyê ve mezintirîn kitfiroşa înternetî ya cihanê ye, û ji aliyê firotina giştî ve, piştî kompaniya Alibabayê kompaniya duyê ye. Malpera "Amazon.com"ê li destpêkê wekî kitêbfiroşgeheka serhêlanî dest bi karê xwe kir û paştir karê xwe berfirehtir kir û dest bi firotina wînokan anko vîdeoyan û mp3yan, kitêbdengan anko audiobookan, nermalavan, lîstikên wînokanî bi rêya dagirtinê, herwesa firotina amûrên elektronîkî, kincan û qumaşan, navmaliyan, xwarinê, lîstikên zaroyan û tiştên dî kir. Her weha, tayekê weşanê yê wê kompaniyê (Amazon Publishing), tomargeheka anko stodyoyeka filman (Amazon Stodyo), tayekê berhemînana amûrên elektronîkî ji bo karberan (e-xwînera Kîndle, depik anko tabletên Fire Fire TV, û amûrên Echo jî têda) û mezintirîn xizmetkara dûrberisandinê (IaaS û PaaS) ye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]