Amfîtrîon
Amfîtrîon | |
---|---|
Perestvan | mîtolojiya yewnanî |
Zayend | Mêr |
Agahiyên kesane | |
Dê û bav | |
Xwişk û bira | |
Hevjîn | |
Zarok |
|
Xanedan | Alkmênê |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Amfîtrîon (bi yewnaniya kevn: Ἀμφιτρύων, lat. Amphitruo) di mîtolojiya yewnanî de kesayîtek e. Ew mêrê Alkmeneyê, bavê Îfîklesî û zirbavê Hêraklêsî ye.
Çîroka Wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Amfîtrîon kurê keyê Tîrîns Alkaiosê bû. Bê hemdê xwe mamê xwe kuşt ji ber vê yekê ji aliyê bavê xwe hate derkirin. Hat li Têbeyê cih bû. Bû xwezgîniyê dotmîr Alkmênêyê, pişt re ji wê re zewicî.
Rojekî Amfîtrîon li seferekî Zeus bi şiklê wî xuya ji Alkmênêyê re. Alkmênê Zeusî re cihê xwe vekir û wê şevê Hêraklês kete nav zikê dêya xwe. Ji her tiştî bê hayedar Amfîtrîon jî sibê ji seferê vedigere û dikeve ber Alkmênêyê, sibê jî Îfîklês dikeve zikê dêya xwe.
Amfîtrîon paşê serpêhatiyên Zeusî û yên Alkmênêyê agahdar dibe gelek hêrs dibe lê Zeus wî dihewîne. Alkmênê rojekî Hêraklêsê dizê, roja din jî Îfîklêsî dizê. Kes nizane kî kurê Amfîtrîonî ye kî kurê Zeusî ye. Amfîtrîon meraq dike du mar têxe li dergûşa her du zarokan Îfîklês ditirse lê Hêraklês marê digre û dixeniqîne. Hêraklês xwe nîşan dide ku ew kurê Zeusî ye. Demekê şunda Amfîtrîon wî jî hez dike Hêraklêsî jî wek kurê xwe qebûl dike. Hin versiyonên din de mar ji aliyê Hêrayê ve tên şandin.
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Li Wikimedia Commons medyayên di warê Amfîtrîon de hene
Ev rûpel bêkategorî ye. Ji kerema xwe kategoriyan li vê rûpelê zêde bike û alîkariya Wîkîpediyaya kurdî bike. (adar 2024) |