Anders Fogh Rasmussen

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Anders Fogh Rasmussen
12em Emîndarê Giştî yê NATOyê
Emîndarê Giştî yê NATOyê
Wezîfedarî
1ê tîrmeha 2009an – 1ê çiriya pêşîn a 2014an
BerêJaap de Hoop Scheffer
PaşêJens Stoltenberg
24em Serokwezîrê Danîmarkayê
Wezîfedarî
27ê çiriya paşîn a 2001ê – 5ê nîsana 2009an
SerwerMargrethe II
BerêPoul Nyrup Rasmussen
PaşêLars Løkke Rasmussen
Jînenîgarî
Jidayikbûn26ê kanûna paşîn 1953
Ginnerup, Danîmarka
NeteweDanîmarkî
Partiya siyasîVenstre
HevjînAnne-Mette Rasmussen
Zarok3
PerwerdeZanîngeha Aarhus
biguhêreBelge

Anders Fogh Rasmussen (26ê kanûna paşîn a 1953ê li Ginnerup, Jutlandê) siyasetvan û serokwezîrê berê yê Danîmarkayê ko Ji 1ê tebaxa 2009 heta 1ê çiriya pêşîn a 2014 wekî Emîndarê Giştî yê NATOyê xebitî. Wekî din Rasmussen serokê partiya danîmarkî Venstre ye.[1]

Anders ji 27ê çiriya paşîn sala 2001an heta 5ê nîsanê 2009an serokwezîrê Danîmarkayê bû.[2]

Ew rêberê Partiya Azadîxwaz ya Danîmarkayê (Partiya Lîberal anko Venstreyê) bû. Andersî seroktiya hevalbendiyeka Partiya Azadîxwaz û Partiya Şopparêz anko konservatîv ya Xelkî ya Danîmarkayê kir ko li sala 2001ê hat ser desthilatê û jibo du carên dî jî li salên 2005ê û 2007ê hat hilbijartin.

Andersî jibo mana xwe liser desthilatê pişta xwe bi gelîrînî û şe'biyeta Partiya Şopparêz a Xelkî gerim kir bû. Bi vî awayî, wekî kevneşopeka siyasî li Danîmarkayê, hukmeta wî Hikûmeteka Kêmaniyê bû.

Ew di siyaseta xwe da li himberî koçberî ya welatiyên welatên derveyî Yekîtiya Ewropayê tund û dijwartir bû.

Siyaseta wî ya aborî kêmkirina bac anko taksan bû. Jiber wê hindek lihevnehatin di navbera partiya wî û partiya hevalbenda wan da çê dibûn.

Wî çend kitêb jî liser desthilatê û bacan (taksan, nalyatan) nivîsîne.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Anders Fogh Rasmussen pisê cotkarekê xelkê Jutlanda Danîmarkayê ye. Rasmussen navê malbata babê wî ye û Fogh ko navê wî yê nîvê ye, navê malbata dayika wî berî zewicînê bû. Lewma şaşiyek e ko Fogh wekî paşnavê wî bihêt bikaranîn.

Rasmussen di sala 1978an de bi Anne-Mette re zewicî. 3 zarokên wî (Henrik Fogh Rasmussen (jdb. 1979), Maria (jdb. 1981) û Christina (jdb. 1984) û 6 neviyên wî hene.[3]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Anders Fogh Rasmussen".
  2. ^ Elis Gjevori (6 hezîran 2019). "Denmark's left wins election by adopting right-wing rhetoric". Roja gihiştinê 20 îlon 2019.
  3. ^ "Dear friends, more good news from my... - Anders Fogh Rasmussen - Facebook". Roja gihiştinê 28 gulan 2016.