Andromeda (mîtolojî)
| Andromeda Ἀνδρομέδα | |
|---|---|
| Perestvan | mîtolojiya yewnanî |
| Tekst | Metamorphoses |
| Zayend | Mê |
| Agahiyên kesane | |
| Dê û bav | |
| Hevjîn | |
| Zarok | |
| Xanedan | Perseûs |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Andromeda (yewnanî: Ἀνδρομέδα) di mîtolojiya yewnanî de jina leheng Perseûsê , di heman demê de dotmîra Etiyopyaya kevnar bû.

Çîroka wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li gorî çîrokên wê ew keça key Cepheûs û yên keybanû Cassiopeiaê bû. Keybanû Cassiopeia, bi ehmeqî got ku ew û keça xwe ji hemî Nereîdan (perîyên deryayê) xweşiktir in. Nereîd ji Posîdon re vê yekê gilî kirin, ku Posîdon parêzvan û hevalê wan bû. Ew vê îdîaya wêrek hêrs bû, cinawirek behrê ya bi navê Cetus û lehiyek şand ku Etiyopyayê hilweşîne. Remildarekî got ku Etiyopya tenê dikare xilas bibe heke Andromeda ji cinawira deryayê re were qurban kirin. Andromeda tazî kirin, ji xeynî hinek zêran, û bi zincîrekî di behrê de li benda qedera xwe bû.[1]
Perseûs di wê nav gavê de li ser wan derbas dibû û xwe danî ba Key Cepheûs. Kuştina cinewirê teklîf kir û hemberî wê teklîfê jî şerta wî, keça wê ji wê xwest. Key teklîf û şertên wî qebûl kir. Perseûs çu nava behrê û nava pêlên deryayê serê canewarê dît . Serê wê dişîba serên semasiyan. Perseûs tayekî avête dûvê canewarê lê kêr nehat, kete xwarê. Serê Medûsayê ji çenteyê derxist û canewarê jî kire kevir. Andromêda ji mirinê filitî. Perseûs û Andromêda zewicîn.[2]

Andromeda û Pêrseûs vegeriyan Yewnanistanê û şaristaniya Mîkênê avakirin. Ew şaristanî wek çavkaniya çanda Yewnanî tê hesibandin.
Heft kur û du keçên wan dibe. Gelek lehengê navdarên mitolojiya yewnanî û mîtolojiya romayî ji wan çêdibe. Diya Hêraklêsê Alkmênê jî keça wan bû. Di heman demê de dihat bawerkirin ku qewmê Farisan tev ji wan zêde bûye.
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- ^ https://www.worldhistory.org/Andromeda/
- ^ Myths and Legends of Ancient Grecee and Rome - E. M. Berens (rûpel:220-221)