Andy Warhol
Jidayikbûn | |
---|---|
Mirin | |
Cihê goristanê |
St. John the Baptist Byzantine Catholic Cemetery (en) |
Navê jidayikbûnê |
Andrew Warhola Jr. |
Hevwelatî | |
Perwerde | |
Pîşe | |
Bav |
Andrej Warhola (d) |
Dê |
Julia Warhola (en) |
Xwişk û bira | |
Xizm |
James Warhola (en) (nephew) |
Qadên xebatê | |
Partiya siyasî | |
Tevger |
Pop art (en) |
Xwendekarê | |
Représenté par | |
Şêweyên hunerê | |
Malper | |
Fîlmên navdar |
Andy Warhol filmography (en) |
Andy Warhol, bi navê xwe yê jidayikbûnê Andrew Warhola Jr, (z. 6ê tebaxê 1928an - 22ê sibatê 1987an) hunermendek vîzuel, derhênerê fîlman û hilberînerek amerîkî bû. Ew di tevgera hunera vîzuel de, ya ku wekî pop art tê zanîn, kesayetek pêşeng bû. Berhemên wî têkiliya di navbera vegotina hunerî, reklam, û çanda navdaran yên salên 60î de vedikolin. Herwiha, karê wî cûrbecûr medyayê vedihewîne, di nav de nîgarkêşî, serîgrafî, wênekêşî, fîlm û peykersazî. Hin berhemên wî yên herî naskirî tabloyên serîgrafîk ên şorbeya Campbell's Soup Cans (1962) û Marilyn Diptych (1962), fîlmên eksperîmantel yên Empire (1964), Chelsea Girls (1966), û pêşangehên multimedya yên ku bi navê Exploding Plastic Inevitable (1966-67) têne zanîn.
Warhol li Pittsburgh ji dayik bû û zarokatiya xwe li wir derbas ki. Warhol di destpêkê de kariyerek serkeftî wekî wênesazek bazirganîiyê peyda kir. Piştî ku di dawiya salên 1950î de xebatên xwe li gelek galeriyan pêşan da, wî wekî hunermendek bi bandor û nakok hate naskirin. Studyoya wî ya The Factory ya li New Yorkê, bû cîhek hevdîtinê yê naskirî ku rewşenbîrên navdar, dragqueens, şanoger, mirovên kolanên yên Bohemian, navdarên Hollywoodê, û patronên dewlemend li hev kom dibûn.[1][2][3] Wî berhevokek kesayetiyên ku wekî superstarên Warhol têne zanîn pêşve xistin. Gotina "15 minutes of fame" îlhama xwe ji wir girtiye. Di dawiya salên 1960î de wî koma experimental rock The Velvet Underground afirand û birêvebir, û herwiha kovara Interview damezrand. Wî gelek pirtûk nivîsandin, di nav de The Philosophy of Andy Warhol and Popism: The Warhol Sixties (Felsefeya Andy Warhol û Popizm: Salên 60î yên Warholê). Beriya tevgera azadiya hevzayendan ew bi eşkereyî wek hevzayend jiya. Di hezîrana 1968an de, ew hema hema ji hêla femînîsta radîkal Valerie Solanas ve hat kuştin, ya ku ew di hundurê studyoya xwe de gulebaran kiribû.[4] Piştî emeliyata kezebê, Warhol di sibatê 1987an de di 58 saliya xwe de li bajarê New Yorkê ji ber aritmiya dil mir.
Warhol bûye mijara gelek pêşangehên paşverû, pirtûk û fîlmên dirêj û belgefîlm. Muzexaneya Andy Warhol li bajarê wî Pittsburgh, ku berhevokek daîmî ya berfireh a huner û arşîvan dihewîne, muzeya herî mezin a DYAyê ye ku ji hunermendek tenê re hatibe veqetandin. Warhol wekî "şengerê bazara hunerê" hatiye binavkirin. Gelek efrandinên wî gelek hezrkirî û bi qîmet in. Berhemên wî di nav tabloyên herî biha ne, yên ku heta niha hatine firotin.[5] Di sala 2013an de, serigrafek ji sala 1963an ya bi navê Silver Car Crash (Double Faster) bi 105 mîlyon dolarî hate firotin. Di sala 2022an de, Shot Sage Blue Marilyn (1964) bi 195 mîlyon dolarî hate firotin, ku ev berhema hunerî ya herî biha ye ku di mezadê de ji hêla hunermendek amerîkî ve hatibe firotin.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Tales From the Warhol Factory - The New York Times | Ghostarchive". ghostarchive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 29 kanûna pêşîn 2021. Roja gihiştinê 30 kanûna paşîn 2023.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ Pescovitz, David (12 çiriya paşîn 2018). "Memories from Warhol's Factory". Boing Boing (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 30 kanûna paşîn 2023.
- ^ "Juicy Stories About What Andy Warhol Was Really Like". www.vice.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 30 kanûna paşîn 2023.
- ^ "The Pop master's highs and lows". The Economist. Roja gihiştinê 30 kanûna paşîn 2023.
- ^ "Andy Warhol painting sells for $105M, new record for artist". New York Daily News. Roja gihiştinê 30 kanûna paşîn 2023.