Anna Freud

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Anna Freud
Jidayikbûn3 kanûna pêşîn 1895, 1896 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin9 çiriya pêşîn 1982 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
London Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê goristanêGolders Green Crematorium Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîKeyaniya Yekbûyî (1946–1982), Awistirya (1895–1946) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Dê û bav
Xelat
  • Commander of the Order of the British Empire (1967)
  • Great Golden Medal of Honour for Services to the Republic of Austria
  • honorary doctor of the University of Vienna (1950)
  • Fellow of the American Academy of Arts and Sciences Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.annafreud.org Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Anna Freud (jdb. 3ê çiriya pêşîn a 1895an li Viyana; m. 9ê çiriya pêşîn a 1982an li London), dota (keça) Sigmund Freud ê, psîkoanalîsteka navdar Awistriyayî-Brîtanyayî ye. Sala 1938 bi malbatî koçber dibin diçin Brîtanyayê û dibin hevwelatiyê wê. Ew bi giranî li ser analîzkirina zarokan, psîkolojiya zarokan sekiniye.

Di riya bavê xwe de meşiyaye, angaştên wî bipêşxistiye. Yek ji alîgirên navdar ên dibistana Sigmund Freud e.

Xebat û girîngî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hin dibêjin jiyana wê ya malbatî, şerê cîhanî, nîjadperestî, hovîtiya Naziyan ûêd. bandora xwe li ser kesayetiya Anna Freudê hîştiye, lewra ew ateîst, lezbiyen, lîberal e. Piştî ji ber pêkutiyên Hitler direvin tên Brîtanyayê, li ser zarokên trawmatîze bûne radiweste, terapiya wan dike.

Sala 1936ê bi pirtûka xwe ya bi navê Das Ich und die Abwehrmechanismen - Ez û sazûmaniya berevaniyê navdar bûbû. Di nava psîkologan de wê kiribûn koma Ez-Derûnînasî, ango psîkolojiya "ez" ku bi xwe ji îd, ego, superego pêk dihat. Wê cîhana sazûmaniya berevaniyê (derûnînasî) gelek bipêşxistiye. Bi taybetî li ser babetên sazûmaniya reaksiyonan, regresyon, têkiliyên astên "ez"ê, zayendî, potansiyelên "ez"ê yên fêrbûyî, projeksiyon, întrojeksiyon, cîhana dijberetiyê, guherbariya armancan, îzolasyon, şîdet ûêd. rawestiyaye.

Pirtûkên wê yên girîng[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sigmund û Anna Freud.
  • Einführung in die Technik der Kinderanalyse - Di analîza zarokan de bikaranîna teknîkê (1927)
  • Einführung in die Psychoanalyse für Pädagogen - Bo pedagogan bikaranîna psîkoanalîzê (1930)
  • Das Ich und die Abwehrmechanismen - Ez û sazûmaniya berevaniyê (1936)
  • Normality and pathology in childhood - Di zaroktiyê/zarokan de normalî û patologîtî (1965)

Li ser Anna Freud û xebatên wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Kinderanalyse. Gespräche mit Anna Freud von J. Sandler, H. Kennedy, R.L.Tyson, ISBN 3-10-071305-2, ISBN 3-596-12501-4
  • Robert Coles, Anna Freud oder Der Traum der Psychoanalyse, Frankfurt am Main: S. Fischer 1995
  • Claudine Geissmann; Pierre Geissmann, Histoire de la psychanalyse de l'enfant : mouvements, idées, perspectives, 2. Auflage, Paris : Bayard, 2004
  • Phyllis Grosskurth: Melanie Klein, ihre Welt und ihr Werk, Verlag Internationale Psychoanalyse, Stuttgart 1993, ISBN 3-608-95902-5 (Grosskurth stellt die Kontroverse zwischen Anna Freud und Melanie Klein sehr gründlich dar.)
  • Elisabeth Young-Bruehl , Anna Freud: A Biography, Revised Edition, W W Norton & Co, 1994

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]