Apollo 11
Apollo 11 firîna valagehê ku cara yekem mirov li ser Heyvê dada. Fermandarê mîsyonê Niel Armstrong û balafirvan Buzz Aldrin yekîneya heyvî Eagle di 20ê tîrmehê sala 1969an de di katjimêra 20:18 de UTC dada. Armstrong bû ê yekem ku gav avêtiye li ser rûyê heyvê şeş katjimêr piştre di 20ê tîrmehê de di katjimêra 02:56 de, Piştî nêzî 20 xulek Aldrin tevlî wî kir. Ew du katjimêr û çarek bi hev re li derveyî keştiya valagehê dema xwe derbas kir, û 21.5 kg ji kereseyê Heyvê berhev kiriye ji bo vegerandina li Erdê. Michael Collins bi tenê rêberiya yekîneya fermanê Columbia li xulgeha Heyvê kir dema ew li ser rûyê Heyvê bûn. Armstrong û Aldrin nêzî rojekî li ser rûyê Heyvê berî man ku bi Columbiayê li xulgeha Heyvê bigihîjin.
Bi moşeka Saturn V hatiye şandin ji Kennedy Space Center li Merritt Island, Florîda di 26ê tîrmehê de, mîsyona pêncem a bernameya Apollo a NASA. Keştiya valagehê ya Apollo sê beşên wê hene: yekîneya fermanê, ligel çaviyek ji bo wan sê astronotan, beşê tek ku li Erdê carek din dada; yekîneya rajeyê ku alîkariya yekîneya fermanê bi pêşvebir, hêza elektîkî, oksîjen, û avê kir; û yekîneya heyvî ku du qonaxên wê hene - qonaxa jêrîn ji bo dadana li ser Heyvê, û qonaxa jorîn ji bo bicihkirina astronotan li xulgeha Heyvê. Piştî ku ber bi Heyvê bi qonaxa Saturn V ya jorîn hatiye şandin, astronotan jê veqetiye û sê roj geşt kirin heta ketin di xulgeha Heyvê ve. Hingê Armstrong û Aldrin çûn yekîneya heyvî Eagle û li Deryaya Hêminîtiyê dadan. Ew li ser rûyê Heyvê 21.5 katjimêr man. Astronotan qonaxa Eagle ya jorîn bi kar anî da ku ji rûyê Heyvê rabikin û bigihîjin Collinsê li yekîneya fermanê. Wan Eagle avêtiye berî ku tevgerek kiriye ku ew wan ji xulgeha Heyvê derketin ber bi riya Erdê. Ew li Erdê vegerîn û di 24 tîrmehê de li Okyanûsa Mezin dadan.
Zindî li ser televizyonê li seranserî cîhanê, Armstrong gav avêtiye li ser rûyê Heyvê û derheqa bûyerê wiha got (Ji bo mirovekî gavekî biçûk, ji bo mirovahiyê gavekî girs)