Arês

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Ares hat beralîkirin)
Arês
Ἄρης
Perestvandînê Yewnanistana kevnare, mîtolojiya yewnanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
TekstÎlyada, Hades Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZayendMêr li ser wîkîdaneyê biguhêre
FestîvalŞerê Troyayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Dê û bav
Xwişk û bira
Zarok
  • Anteros
  • Deîmos
  • Eros
  • Fobos
  • Harmonîa
  • Hîmeros
  • Flegîas
  • Antiopê
  • Adrêstia
  • Lycaon
  • Hîpolîtê
  • Penthesilea
  • Lampedo
  • Melanippe
  • Melanippus
  • Oxylus
  • Evenos
  • Enialios
  • Aeropus
  • Alcippe
  • Meleagros
  • Sîton
  • Diomedes of Thrace
  • Ascalaphus
  • Ialmenus
  • Partenopeos
  • Mygdon of Thrace
  • Edonus
  • Biston
  • Pangaeus
  • Testios
  • Pylus
  • Molus
  • Traks
  • Lycus
  • Ixion
  • Dryas of Calydon
  • Alcon
  • Enomaos
  • Cycnus
  • Tereus
  • Thrassa
  • Tmolus
  • Odomas
  • Aella
  • Bithys
  • Chalybs
  • Evannes
  • Eurytion
  • Calydon
  • Alcimus
  • Crestone Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Wekhev
Mars Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Arês (bi yewnaniya kevn: Ἄρης, lat. Árēs; bi latînî: Ares) di mîtolojiya yewnanî de xwedayê şer û cesaretê bû. Kurê Hêra û yên Zeusê ye. Piranî berê şer mirov û leşker wî diheband û ji wî re duayan dikir. Her çi qas di civaka Yewnanistana kevnare de gelek girîng ne be jî wekheva wî ya Mîtolojiya romayî Mars gelek girîng e ji bo civaka Romaya Kevnare.

Mîta Arês[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Evîna Afrodîtê û Arêsê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Evîna Afrodîtê û Arês yek ji evînên ên qedexe yên herî navdar yên mîtolojiya yewnanî ye. Mirovek ku Afrodîtê bibîne û evîndar nebe tune bû. Ji ber vê yekê, her kes evîndarê Afrodîtê bû, Afrodîtê ji kê hez dikir? Ew jî ji Arêsê hez dikir.

Li gorî efsaneyê, evîna Afrodîtê û Arês dema ku Arês evîndarê Afrodîtê bû dest pê kir. Ji ber ku wê demê Afrodîtê bi xwedayê hesinkaran Hêfestos re zewicî bû. Lêbelê Afrodîtê ev zewaca bi dilxwazî ​​pêk neanî. Ji ber xema ku di navbera xwedayan de ji ber bedewiya Afrodîtê şer derkeve, Afrodîtê li ser daxwaza Zeus bi Hêfestos re hat zewicandin. Hêfestos ji bo Zeus, wekî xeternak nehat dîtin, ji ber ku ew xwedayê herî sik bû û du lingên wî qulek bûn. Ares ewqas ji Afrodîtê hez dikir ku wî gelek diyarî jê re dikirin û bi berdewamî pesnê wê didan. Demek dirêj ji Afrodîtê re girt ku evîna Arês bi tevahî vegerîne. Di vê demê de, wan gelek dem bi hev re derbas kirin. Dema ku Afrodîtê bi tevahî evîna Arês vegerand, van her du evîndaran fersenda Hêfestos bikar anîn ku her şev li atolyeya xwe derbas bikin û heya berbangê bi hev re di bûn. Ji ber ku Arês pir ditirsiya ku ev rewş derkeve holê, xortekî bi navê Alectryon wezîfedar kir ku derî biparêze. Erka Alectryon ew bû ku Arês agahdar bike ku Helîos li asoyê ye. Xuyabûna Helîosê dihat wateya bûyîna sibê.

Afrodîtê û Arês , dafika Hêfestosê

Rojekê Arês û Afrodîtê li qesra Afrodîtê hatin ba hev û firseta ku Hêfestos di atolyeyê de bû bi dest xistin. Şev bi hev re derbas kirin. Wê şevê, Alectryon ji bendewariyê westiya bû û ket xewê. Helîos her tişt dît û bêyî ku dem winda bike ji Hêfestos re got. Li aliyê din Hêfestos tehemûla xapandinê jî nedikir û plana xiyanetê amade kir. Hêfestos dema ku di tivikê de dixebitî tevnek çêkir. Paşê bi dizî tora li ser nivînê pêça û veşart. Afrodîtê û Aês hatin odê ku wek her şev bi hev re bin. Haya wan ji plana tolhildana Hêfestos tune ye. Gava ku ew li ser nivînê razan, tora ku ew qas zirav bû ku hema nedihat xuya kirin, girêda û Arês û Afrodîtê girt. Armanca Hêfestos ji çêkirina vê torê riswakirina Arês û Afrodîtê bû. Ji ber vê yekê Hephaîstos hemû xweda û xwedayên Olîmposê li qesra xwe civandin heta ku Arês û Afrodîtê fêm kirin ku çi bûye. Hemû xweda û xwedawendên ku hatibûn qesrê bi Arês, Afrodîtê û Hêfestos dikeniyan. Xwedayên mêr bi çavnebarî li Arês mêze kirin, ji ber ku wî Afrodîtê, xwedawenda bedewiyê, kir evîndarê xwe. Arês û Afrodîtê êdî nikarin li rûyê kesî binêrin. Piştî vê bûyerê Afrodît reviya girava Kîprosê. Ares Alectryon, ku wî wek çavdêr tayîn kiribû, kir dîk û reviya Trakyayê. Ji ber vê bûyerê dîk hatin mehkûmkirin ku her sibe der barê derketina rojê de agahdar bikin.

Ji piştî wê bûyerê sê zarokên Arês û Afrodîtê çêbû. Ew Fobos û Deîmos bûn. Ji zînayên peyda bibûn ji ber vê yekê xwedawendên xirab bûn. Zarokên wa yên sêyemîn Harmonîa ya hevjina Kadmosê bû.[1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]