Şerê Troyayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Şerê Troyayê di mîtolojiya yewnanî û dîroka kevnar de, revandina Helenê jina Menelaos ji aliyê Parîsê prensa Troyayê destpê kiriye. Di navbera Aka û troyayiyan qewimiye.

Pevçûn piranî derdora bajarê Troyayê çebuye lê şer ji bo dîroka hemû Anatoliyayê û Yewnanistanê pir girîng bûye. Teferuatên şer di destanên Homeros de hatine gotin. Navê wan destanan Îlyada û Odîseya ye.

Zeus ji bo zewaca Têtis û Pêleus dawetek çêdike û gazî Eriks nake. Eriks jî aciz dibe û ji bo hevrikî çêbe, sêvek dişîne dawetê û ser da dinivîse "xwedawenda herî xweşik ra". Hevrikî navbera Hêra, Afrodîtê, Atênayê derdikeve. Zeus ji bo hevrikî biqede her sê xwedawenda dişîne li prensa Troyayê Hektorê. Parîs Afrodîtê ra dide. Afrodît ji bo dîyarîyê evîna "jina herî xweşik" Helenê dide Parîsê. Parîs diçe Spartayê Helenê dibîne û dilê wê jî dikeve. Û hew ra direvin têne Troyayê. Mêrê Helenê Menelaos û kekê Menelaos Agamemnon vê heqaretê qebul nakin û hemû hezên Yewnanistanê kom diken û dimeşin ser Troyayê. Alîyên din ve mîrê Troyayê Prîamos jî hêze hemû Anatoliyayê di bajarê Troyayê kom dike. Şer nêzîkê bajarê Çanakkaleyê diqewime. Çanakkale navbeynê behra ege û behra reş de ser cihekî stratejîk e. Navbera Ewropa û Asyayê jî wezîfa pirê dike. Ji ber wê yekê şer gelek encamên girîng anîye ser hole.