Arinc

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Arinc
Çamtaşı
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Sêrt
Navçe Hawêl
Nahiye Hawêl (navend)
Demografî
Gelhe (2011) 693[1] kes
Erdnîgarî
Koordînat 38°12′53″Bk 41°45′41″Rh / 38.21472°Bk 41.76139°Rh / 38.21472; 41.76139
Bilindayî 1.170 m
Koda postayê 56460
Koda telefonê (+90) 484
Nexşeya cihan Tirkiye
Arinc is located in Tirkiye
Arinc
Arinc

Arinc (bi tirkî: Çamtaşı) gundekî bi ser navçeya Hawêla Sêrtê ve ye.

Gundê Arinç girêdayê Xana Hawêl e Xana Hawêl jî girêdayê bajarê Sêrtê ye.Arinç ji navçeya Xana Hawêl 14 km, ji bajarê Sêrtê 62 km dûr e. Gund navbera çiyayên bilind de ava bûye.Bilindayiya wî 1.170 mêtro ye. Bakurê gund de Motka ,rojavayê wî de Weysel Qeranî,başûrê rojhilata gund de Milo û Şikarim,başûrê rojavayê wî de Xana Hawêl Bakûrê rojhilata gund de Çiyayê Qelemsê heye . Bilindayiya Çiyayê Qelemsê 2.710 mêtro ye. Dora gundên Xana Hawêl de çiyayên herî bilind e. Demên berê de gundî vî çiyayê heybet wek zozan bi kar anîne. Bi hatina biharê re pez û dewarên xwe dibirin, dema payîz dihat dizivriyan malen xwe. Hêja jî bihar û havînan diçin zozanên vî çiyayê û soryask,loxîn,rimbêz, kîdark û pincarên jihev cüda cüda didine hev û xwarina xwe yê rojane jê çêdikin.Ku gelekî berhev kiribin dibin sûka Xana Hawêl difroşin.Xelkê navçeyê wisa bawer dike ku ev pincar ji bo tenduristiyê gelek baş in. Gundê Arinç binê zinara de ne,dora wî hemû çiyayi ye. Ji bilindbûna gund zivistan gelek dijwar derbas dibin. Hewayên cemidî ji çiriya pêşîn dest pê dike heya avrêl û gûlanê berdewam dike.Bûyerê cemede gelekî diqewimin.Demsala havînê ne tê da demsalên dîn de li Çiyayê Qelemsê berf xilas nabe.Zivistana bakurê gund de her tim mij heye û pîranî berf dibare.Demsala biharê re baran xweş dibare û havîn ziwayî derbas dibe.Demsala zivistanê de gavê berf dibare, daristana gund dîmenekê pir xweş dide mirov.Bi hatina biharê re zevî ,daristan û erd hêşin dibin û pîvok , qîqacok ,beybûn û pirpêzêk dora gund wek bûkekê dixemlînin. Bihara gavê ku berf dihele li serê gund de şilavekê (şelale) zev delal dertê gavê berf xilas dibe ew jî diçike.Havîn çiqas ziwayî jî derbas bibin dîsa jî goriya derdora xwe gund honik e.

Gund de kaniyekî mezin û çend ciyan de jî kaniyên piçûk hene. Kaniya mezin li taxa jorî de ji nava şikeftekê de derdikeve. Gundî vî şikeftê wek sarinc diemlînin ,tiştê wekî penîr û hwd. dixine nava vê şikeftê ku xira nebe .Ava vê kaniyê zelal e lê kirêca wê zêde ye. Demsala biharê de ava vê kaniyê gelek zev e lê havînê av kêm dibe. Ji bo vewxarin ,paqijayî û zevî avdanê ava vê kaniyê tê emilandin. Ava vê kaniyê, havîn ne tê da, demsalên dîn de nawalê ve diheriqe ji Milo û Şikarim derbas dibe û digihije ava Çemê Bilîsê. Gund aliyê avê û zeviya ve zêde dewlemend nebe jî dîsa fêkî û hêşinahî datînin û telebê zeviyên xwe dikin.Nava fêkiyên Arinç te ê herî navdar gûz e payde hinar û tirî tên. Gundî ji van fêkiyan henekî wan dibin sûka Xana Hawêl difroşin ; henekê wan jî dibin gundê dora Mûşê bi genim diguhrînin. Sala ku mêwê wan baş tirî bide dims û mewij jî çêdikin.Cûre cûre hêşinahî û zerzewat têra xwe datînin. Pîvazter, bexdenûs, xiyar, biber, sorik, bacan, binerd, silq, dolmik û kundir ji vana henek in. Nava van de binerdê Arinç gelekî navdar e. Havîna xwarina xwe yê rojane ji van zerzewatan çêdikin ê ku zêde dimîne jî hişk dikin û zivistana diemlînin. Henekî gundî dexil datinin , nava dexlê wan de ê herî navdar gilgil e.Bi gilgilê, xwarina vî herêmê , gebolê çêdikin. Gundî pez, dewar ,mirîşk û mêşê hingivê xweyî dikin. Demên berê de gundiyan bi gelemperî pez şxweyî dikirin, lê idî ê ku pez xweyî dikin sê çar malbat in. Hemû gundî têra malen xwe dewar xweyî dikin. Ji bo pêdiviya xwe şîr û mast peyda dikin.Henê caran ku zêde dimine jî dibin sûka Xana Hawêl difroşin. Ji bo pêdiviya xwe yê hêkan jî mirişk û dîkan xweyî dikin.Çend hebek malbat van salên dawiyê de mêşê hingiv xweyi dikin ,hingivekê ku tema wê delal û xweşik bi dest dixin. Gundê Arinc ji bo xweyikirina heywanan ciyekî pir delal e û têra heywanan çêregehê wî hene. Gund de jiyan bi mêja şeveqê destpêdike. Ku li derve hewa xweş be heywanên xwe didoşin û derdixin çêregehê ku rewşa derve ne xweş be heywanên xwe axûra de alif dikin û bernadin derve. Ê ku nanê wê nemabe hevîr dike û tenûrê de nan çêdike.Behna nan ku here pozê mirovan êdî kî xewê de dimine hemû malbat şiyar dibin û taştê dixwin.Ku dibistan vekirî bin zarok diçine dibistanê, ku betlane be piştê taştêyê zarok diçin listikê. Bermalî hemû karûbarê malê didine hev .Demsala payîzê be ji bo zivistanê xwe amade dikin pejik û êzinga bi cih dikin û ji bo alifê heywanan xebat dikin,demsala zivistanê be henek mêr diçin nêçîrê,demsala biharê be mêr û jin diçin zevî û letkê xwe serûbin û derdora wan didine hev, demsala havînê be diçin nava zeviyên xwe hem bêhna xwe derdixin hem jî fêkî û zerzewat didine hev an jî zeviyên xwe av didin. Gavê banga nîvro bide firavin dixwin.Piştî banga êvarê jî şîv tê xwarin.


Mêrê gund cil û bergê rojavayî li xwe dikin.Ê ku ciwanin şale kot û tîşorta; ê ku nav sala ve çone şalê qûmaş an şalwar,li ser jî işlîk û çakêta li xwe dikin.Henek mêr şavqe, henek mer jî kûmik didine serê xwe. Jinên gund, ê pîr û ciwan etekê fireh li serde jî tişört,fanile û bilûza li xwe dikin.Ê ku fîstanê dirêj jî li xwe dikin hene.Li ser cil û bergê xwe de porê xwe jî bi yazme an jî tirhî dipêçin.Karê xwe yê nava gund de pêlavên lastik dixine piyên xwe,ku diçine navçê an bajêr qûndire an jî pêlavên werzişî diemlînin. Mêr ,roja înê naçine ciyekî ji bo ku xûtbe kêm nemine,Nava gund de çayxane tinne. Mêrê gund , henek rojên ku zêde berf dibare ne tê de , awê dînê kengê bixwazin dikarin biçine sûka Xana Hawêl . Jinên gund dewet, nexweşî ,şîn an jî karekî wanê fermî hebe diçin navçê.

Cîh û warekî taybet ji bo dewetan tinne,dewetên xwe bi piranî li ber dibistanên kevin dikin. Gundî , dewet û şahiyên xwe de kilam û stranên heremî dibêjin,dewetan de jin û mêr jihev cuda dileyzin. Dema gund de yek biçe rihma Xwedê mêr bihevre diçin ber mizgeftê heya mirî tê şûştin ,heman demê de ciwanê gund jî diçin menzel vedidin.Çend ciyekê de goristan hene lê îdî nayin bikaranîn.Goristana ku vêga tê bikaranîn :navbera Harran û Şamaşê de ye.Menzelê Şêx Bazidê Qorêyî jî li vê goristanê ye.Piştî ku mirî bi gor dikin, ciyê sersaxiyê amade dikin ,mêr li mizgeftê jin jî li ba mala mirîyê sersaxiya qebûl dikin.Sersaxiyên wan sê-çar roj berdewam dike ,mêvanê xwe re çay an jî tiştekî cemidi tinin û fatîhe dixwinin. Arincî derdora xwe de gundekî bêzirar, halê xwe de tê nasîn.Ê ku Arinciyan hiz dikin derheqê Arinciyan de vê gotine dibêjin : Arincî rincî rincî Savar xwaro Pişt qolincî…


Malên wanên kevin ji herî û kevira hatine çêkirin serê banê wan li ser kêrana de bi axê hatine tijî kirin û ji du oda ava bûne ,ciyê destavê li derve çêkirine.Xaniyên wanên vê paşiyê çêbûne de pireket ,çimento û hesin hatine emilandin destavê wan nav malê de ne:Lê belê dîsa jî plansaziya xaniyên wan kêm in . Malbatên wan nava hev de ji malbatên mezin ava dibin:lê hêdî hêdî malbatên piçûk jî xwe didine nişan.Serê malê heft-heşt zarokên wan hene.Têkiliyên wan ên cînartiyê baş in ,kar û barekî giran hebe alîkariya hev dikin.

Girêdayê Îslamîyetê ne,misilman in û sûnnî ne mezheba wan şafiî ye.Zarokên xwe yê piçûk ji bo fêrbûna Qûranê dişeynin mizgeftan.Piştî qedandina Qûranê ,mewlûda Melayê Bateyî dixwinin.Rêzekê mezin didine melayên xwe gavê pirsgirikekê wan hebe bi melayên xwe dişêwêrin.Ji bo sersaxiyê gavê biçine ciyekî melayê wan dikeve pêşiya wan û bi hev re diçin.Gundî bi hev re kurmancî xeber didin.

Goriya hêjmara nifûsê ya 2012yan de ev agahî destê me de hene:Gund de 674 kes dijî ji van 318 jin û 356 jî mêr in.Navbera salên 1985-2012yan de nifûs her tim navbera 600 û 700a de bûye. Aboriya gund bi piranî girêdayê çandinê û xwedi kirina heywanan ve ye. Van xebatên xwe de pêwistiyên xwe hildidin ê ku zêde jî dimine difroşin.Demsala payîzê de ji dora Serhedê kartol ,kelem ,goz,sêv û hwd. tiştan tinin wan difroşin. Ev xebatên wan têra wan nake ji ber vê sedemê berê xwe didine bajarê Anadolê û ji xwe re dixebitin.Stenbol,Îzmîr,Edene,Manîsa û Mêrsîn ji van bajaran çend hebekê ne.Henek mirov ji bo xebatên demsale diçin dixebitin ,henek jî bi malbatî diçin û bi cîh dibin .Gund de wek karekî nû milîsî jî dikin. Gund de dikanekê piçûk, sê-çar dolmîş, pîqap û otomobîl hene. Ji ber ku ciyekî çiyayi ye,der û dora zeviyan de riya wesaîta nehatiye çêkirin ji vê sedemê karê xwe ye zeviyan de traxtorê bi kar naynin. Cota zeviyan ga an jî bi histiran dikin , vê dawiyê de patpatê jî bi kar tînin.Pêşerojê de pêwistî heye ku ji traxtorê îstîfade bikin. Malên hemî gundiyan de herî kêm televzonek ê henekan jî du televzon hene. Televzonê wan bi pîranî dijital in û girêdayê çanaxa ne. Telefonên mala îdî kes naemlîne.Heft saliya bigire heya heftê saliya hemî telefonên desta diemlînin ,ev telefonên wan dijital in û sîstema dawiyê ne. Sê aboneyên telefona jî gund de dikişine ,çawa stasyana bazê li Şamaşê bi cîh kirine şebeka turksellê çêtir dikşine.Gund de înterneta telefona û ê çend hebekan jî modemê seyyar hene lê înterneta biqablo hêj nehatiye.Vê dawiyê de înterneta biqablo heya medresa Milo hatiye çend hebekî Arincî jî ,ji bo ku înternet were gundê wan jî ,serî li saziya dane .Dibistanê de înternetekê biûydî heye lê baş nakişine. Gund de elektrik hemî malan de û kolanan de heye ,henê caran pirsgirek derkevin jî zêde nadomin.

Gund de sê heb dibistan hene li taxa jorî pêşdibistan tenê heye ,zarokên Harran ku nû dest bi dibistanê dikin diçine vê dibistanê.Navbera Şamaş û Mezrê de jî du dibistan hene :dibistana kevin ku sê polê wê hene vêga weka şûna sersaxiyê tê bi kar anîn.Ba vê dibistanê de malekê ji bo mamosteyan hatiye çêkirin .Dibistana nû di sala 2011yan de vebûye ev dibistan sê qat e: qata yekem pêşdibistan ,labaratuwar,pola teknolojiye;qata duyem dibistana pêşîn ;qata seyem dibistana navîn e.Dibistan bi kalîroferê germ dibe û ava wê her dem tê. Nêzikê 250 xwendekar vê dibistanê de dixwinin.Panzde mamoste li vê dibistanê dixebitin.Gundî qedrekî mezin didine mamosteyên xwe.Derdora dibistanê paqij e lê ji bo ku xwendekar bi hêsanî bileyzin ,ciyê lestikê tine ne.Nava dibistanê xirab nîne lê dervê wê goriya usil û plansaziyekê baş nehatiye çêkirin.Dora dibistanê de nêzikê 20-25 heb darên çama hene.Xwendekarên Şamaş û Mezrê çonûhatina dibistanê peyati dikin;ê Harranê îsal bi dolmîşa tên û diçin.Mamosteyên dibistanê navçê de dimînin,her roj bi dolmîşê tên û diçin,tenê ez li gund dimînim. Dibistana lîseyê li gund tine ne ,jiber vê xwendekar Xana Hawêl,Weysel Qeranî û Sêrtê de dixwinin.Henek zarok rojane bi ereban diçin û tên,henek zarok jî serê heftiyê diçin û dawiya heftiyê dizivirin malen xwe.Heya vêga keçên xwe ji bo xwendinê nedişandin ciyekê dervê gund lê îdî çend hebek malbat ji bo pêşeroja zarokên xwe wan dişeynin. Çend hebekê ciwan jî zanîngehê de dixwinin lê hêjmara wan zehf kêm e. Henek malbat zarokên xwe dişeynin medreseyê : ev zarok ji derve ve dibistanê jî dixwinin.Van salên dawiyê de gundî ji bo ku zarokên wan bixwinin çî ji deste wan bê dikin. Çar aliyê gund çiya,zinar û daristan in.Nava vê daristanê darê mazî,berû,gorîj,belalûk,kizwan û hirvêz hene. Gavê gorîj û belalûk çêdibin zarokên gund dora van dara de wekanê moza dizivrin. Gundî çiloyê darên mazî û berûyan dibirin, li serê çiyê lod dikin ,gavê zivistan tê ji wan lodan rojane an heftiyane ji bo heywanên xwe tînin.Belgê wan çiloya didine heywanên xwe bi pejikê wan jî tenûra xwe germ dikin û tifikên xwe pê dixin. Ji van darên navdar ji bo germ bûna zivistanê têra xwe tinîn û ber mala xwe kom dikin henê caran difroşin jî.Ê ku komirê diemlînin zehf kêm in. Daristana derdora gund bi her awayê kêrê gundiyan tê.Vê daristana hêşîn û delal de kew,kivroşk,sivorî,sixûr û rovî hene. Henê caran gundî diçine nêçîrê, bêhna xwe derdixin û xwarina xwe peyda dikin. Nava daristanê de heywanên wehşî jî hene.Gavê çiyayê Qelemsê zêde berf dibare beraz û gur heya nizîkê gund xwe diberdin. Daristanê de darmêş hene ,ê ku rastê darmêşekê bê bi hostayî hingîvê ji darê derdixe.Ev hingîv wekanê derman pir biqîmet e û bihayê wê jî giran e. Navên zarokên xwe bi gelemperî navên olî datînin lê, ê cûda jî hene.Navên kura Beytullah,Muhammed,Îsmaîl,Baran ;navên keçan Eyşe,Zeynep,Fatma,Berfîn û hwd. Gund de nexweşxane an jî ji bo tenduristiyê ciyekê tine. Gavê nexweşek hebe,nexweşiya wî/wê zêde giran nebe lê dibin nexweşxaneya Xana Hawêl,ku nexwaşiyekê giran be dibin nexweşxaneyên Sêrtê,Êlîhê an jî Fakûlteya Amedê.

Gund de qûrsekê ber û xalîçeyan heye,salekê hat vekirin lê vêga girtiye ,ez vê qûrsê de bi cîh bûme û ez û malbata xwe tê de dimînin.Ev qûrs ji bo bêhn derxistina keçen gund û ji bo aboriya wan gelek baş bû.Qûrs navbera Şamaş û Mezrê de li ba mizgeftê ye,derdora wê xweş e . Gund de hebekê aş heye,demên berê de gundî dexilên xwe li wir dihêrandin,lê çawan kargehê arvan vebûn , ev aş jî xebatên wan sekinin.Aş li Şamaşê ye û bi elektrikê dixebite,lê vêga girtiye.

Gundî sersala de xwarinê xweş çedikin û zarok malên cinaran digerin û ji xwe re şekir û tiştan didine hev.Yekê çileyê de tu pirozahî tineye 13yê çileyê de sersala xwe wekanê heremê pîroz dikin.Mîladî teqwîm tenê karê fermî de tê bikaranîn, hatina demsal û mehan goriya teqwîma Rûmî tê hesêb kirin.

Ji bo çûnehatinê riya ereba heye, rê biasfalt e ,lê fitlanokê wê pir zêde ne. Nizîkê gund behr tinin, gola herî nêzîk gola Wanê ye ,ew jî 75 km ji gund re dûr e .Navbera gund û Balafirgeha Sêrtê 52 km ye. Navbera gund û herî nêzîk Stasyona rêhesinî stasyona Misircê (Kurtalan) ye.Dûrahiya wê 52 km ye.

Gund de kesayetên mezin jî hebûn e,ê ku hêja jî behsa wan bihûrmetî dikin ev kes in.Şêx Aqil,Şêx Bazidê Qorêyî û Şêx Eliyê Arincî.Menzela Şêx Eliyê Arincî li Milo ye. Navê gundê Arinc ji ku tê û wateya wî çiye gundî nizanin.Min ji çend hebekan pirs kir ka gelo navê gundê we ji ku tê? Bersiv hemî wekî hev bûn.Digotin : Em dizanin nizanin bavûkalê me ji vir re Arinc dibêjin. Bi Kurmancî wateya Arinç:kêm girtin yanî apse ye.Bi Farisi wateya Arinc: ênîşk e.Zimanê dîn de wateya Arinc heye an tine ez baş nizanim lê lêkolînekê pêwîst e.Serdema Osmaniyan de jî ev gund ava bûye û tê de rûniştî hebûn e,çî qewimiye kes nizane gund vala bûye .Henek dibêjin çend malbat ji alîyê Bedlîsê ve çend malbat jî, ji aliye Hezo (Kozluk) ve hatine û bicîh bûne.Gund de ciyekî dîrokî ,berhem an jî saziyek tinne.Lê evê ku zêra digerin çend carekê rastê kûp û perê kevîn hatine.Ev kûp û perê kevin ji kîjan serdemê maye kes nizane. Derhekê dîroka gund de zêde agahî tinin.Agahiyê ku hene jî gotinên bavûkala ne û bêbelge ne.Ev nivîsên hanê bêlêkolîn goriya çavnêriyê û mijûlayiya hatine nivîsin,sedemê nivîsandina min ew e ku derheqê Arinc te henekê agahiyên nivîsandî hebin,dibe ku min kêmasî hiştibe an xeletiyekê kiribe,helbet Xwedê çêtir dizane.

Gelhenasî[biguherîne]

Sal Gelhe[2]
2011 693
2000 603
1990 587
1985 608

Çavkanî[biguherîne]


Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)

ARINÇ