Armanc (kovar)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.


Armanc

Kovara Armanc di gulana 1979an de li Swêdê dest bi weşana xwe kir. Di şertên biyaniyê de di nav weşanên kurdan de jiyanekê dirêj ajot. 178 hejmarê wê derket. Hejmara wê ya dawî tîrmeh 1997an de derket.

Armanc, heta hejmara xwe ya 62an wek kovar (A4) û bi zimanê tirkî û kurdî ji mehê carekê derket. Wê gavê naveroka wê bêtir li ser pirs û pirsgirêkên siyasî bûn.

Armanc ji hejmara 62an û vir de seranser bi zimanê kurdî û bi şiklê rojnameyê (A3) weşana xwe dom kir

Armanc qasî salekê li Stembolê derket. Lê ji ber sebebên teknîkî û astengên dewletê ew mecbûr ma ku dîsa weşana xwe li Swêdê berdewam bike.

Redaksiyona Armancê ji van kesan pêk dihat: Mûrad Ciwan, Amed Tîgrîs, Faris Can, Mumtaz Aydin, Zinarê Xamo, Hesen Mizgin, Mahmûd Lewendî, Remzî Kerîm, Nihat Elî, Yakûp Karademîr, Ehmed Huseynî û Emîn Narozî.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]