Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê
Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kurte ADYA (bi inglîzî: United States Army - USA) şaxê hêzên bejahiyê ya hêzên çekdar ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye. Artêş saziya neteweyî ya herî kevnê Dewletên Yekbûyî ye ku bi kokê xwe artêşeke parzemînê ye.[5] Artêş rewatiya xwe ya destûrî ji xala dozdehem a xala yekem û ji paragrafa heştem a Destûra Bingehîn a Dewletên Yekbûyî werdigire.[6] Hêza leşkerî beşek ji Wezareta Leşkerî ya Dewletên Yekbûyî ye ku yek ji sê beşên di nav Wezareta Parastinê ya Amerîkayê de ye. Artêş ji parastina aramî û ewlehiyê û parastina welat berpirsiyar e. Di heman demê de ew bernameyên federalî ji bo parastin û pêşketina jîngehê birêve dibe û arîkariya leşkerî ji saziyên hikûmeta federal, dewletî û herêmî re peyda dike ku di karesatên xwezayî de beşdarî hewildanên alîkariyê dibe û di karûbarên tenduristiya bilez de veguheztina hewayê peyda dike.
Artêş karûbareke yekgirtî ya Dewletên Yekbûyî ye û beşek ji Wezareta Artêşê ye ku yek ji sê beşên leşkerî yên girêdayê Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî ye. Artêş leşkerî ji aliyê rayedareke sivîl a payebilind, sekreterê artêşê (SECARMY) û ji aliyê fermandarekî leşkerî, serokê giştî ya artêşê (CSA) ve ku di heman demê de endamê serfermandariya hevbeş e jî tê birêvebirin. Hêza leşkerî ya Dewletên Yekbûyî şaxê leşkerî yê herî mezin e û di sala darayî ya 2022an hêza dawî ya pêşbînîkirî ya ji bo artêşa birêkûpêk 480.893 şervan hatiye texmîn kirin. Li gorî daneyên sala 2022an Hêzên Parastina Neteweyî (ARNG) xwedî 336.129 şervan û Rezerva Artêşê (USAR) xwedî 188.703 şervan in. Li gorî daneyên heman salê hêza yekbûyî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê xwedî 1.005.725 şervan in.[7] Wekî şaxek hêzên çekdarî mîsyona artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ev e ku "ji bo piştgirî kirina fermandarên şerker, bi peyda kirina serweriya bejahî ya bilez, domdarî, li seranserê tevaya operasyonên leşkerî û qada pevçûnê, şer bike û bi ser bikeve".[8] Şax beşdarî pevçûnên li çar aliyê cîhanê dibe û hêza bingehîn a şervan û berevaniyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye.
Mîsyon
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Hêzên Çekdarên Artêşa Dewletên Yekbûyî wekî şaxek bejahî ya Dewletên Yekbûyî kar dike. Beşa 7062 ya Sernav 10, U.S. kod xayeya artêşê wiha destnîşan dike:[9]
- Parastina aşitî û ewlehiyê û pêk anîna berevaniya Dewletên Yekbûyî, koma neteweyan û milkên wan û parastina her deverên ku ji aliyê Amerîkayê ve hatine bidestxistin pêk tîne.
- Piştgiriya polîtîkayên neteweyî pêk tîne.
- Pêkanîna armancên neteweyî pêk tîne.
- Serdestkirina her neteweyên ku kiryarên êrîşker ên ku aştî û ewlehiya Dewletên Yekbûyî dixe xetereyê pêk tîne.
Di sala 2018an de Stratejiya Artêşê ya sala 2018an pêvekeke heşt xalî li Vîzyona Artêşê ya ji bo sala 2028an hatiye zêdekirin.[10] Ligel ku Mîsyona Artêşê domdar dimîne, Stratejiya Artêşê li ser Nûjenkirina Tûgaya Artêşê tê avakirin û balê dikişîne ser artêşa şaxê û beş-asta dabeşkirinê ya artêşê.[10] Fermandariya Pêşerojên Artêşê çavdêriya reformên ku ji bo şerê kevneşopî têne çêkirin dike. Plana nûsazkirina artêşê ku di sala 2018an de hatiye plankirin tê texmînkirin ku heya sala 2028an biqede.[10]
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Artêşa Dewletên Yekbûyî di destpêkê de wekê artêşa parzemînê di 14ê hezîrana sala 1775an de ji aliyê Kongreya Parzemînê ya Duyem ve wekî artêşek yekgirtî ji bo koloniyan ji bo şerê Brîtanyaya Mezin hatiye damezrandin ku George Washington wekî yekem fermandarê giştî ya artêşê hatibû destnîşankirin.[11] Artêş di destpêkê de ji aliyê kesên ku di Artêşa Brîtanî an jî mîlîsên kolonyal de xizmet kiribûn û ku gelek mîrateyên leşkerî yên brîtanî bi xwe re anîbûn hatibû birêve birin. Her ku Şerê Şoreşgerî pêşve diçû, arîkarî, çavkanî û ramana leşkerî ya fransî alîkariya avakirina artêşa nû kiribû. Gelek leşkerên ewropî bi serê xwe ji bo alîkariyê hatibûn ku di nav wan de Friedrich Wilhelm von Steuben hebû ku taktîkên Artêşa Prûsyayê pêşxistibû û artêşê bi rêxistin kiribû.
Artêşê beşdarî gelek şerên dijwar dibe û carinan stratejiya Fabian û taktîkên lêdan-revînê li başûr di 1780 û 1781ê de bikar aniye ku di bin serokatiya Major General Nathanael Greene de di dema ku hêzên brîtanî di dema herî qels de bûn bi vê taktîkê bi wan re şer kiriye. Washington li Trenton û Princetonê li dijî brîtaniyan serketî bû lê di kampanyaya New York û New Jerseyê de di sala 1776an de û kampanyaya Philadelphia di sala 1777an de di rêzeke şer de biser nakeve. Bi serketineke diyar li Yorktownê û bi alîkariya fransiyan, Artêşa Parzemînê li dijî Brîtanyayê bi ser dikeve.
Piştî şer Artêşa Parzemînê bi lez û bez belgeyên axê werdigire û ji ber bertekek bêbaweriya komariyan ya ji bo artêşên domdar hatiye hilweşandin. Mîlîsên dewletê dibin yekane artêşa bejayî ya neteweya nû ku ji xeynî alayek ji bo parastina Sînorê Rojava û yek batarya topan ku cebilxaneya West Pointê diparast. Lêbelê ji ber berdewamiya pevçûna bi amerîkîyên xwemalî re, di demek kurt de pêdivî hate dîtin ku artêşek domdar a perwerdekirî derkeve qadê. Artêşa birêkûpêk di destpêkê de pir piçûk bû û piştî Têkçûna General St. Clair ku di Şerê Wabashê bi winda kirina 800 leşkeran têk diçe,[12] Artêşa Birêkûpêk wekî Lejyona Dewletên Yekbûyî ji nû ve hatiye organîze kirin. Artêş di sala 1791ê de hatiye damezrandin û di sala 1796an de navê artêşê wekê Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye guherandin.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Wright, Jr., Robert K. (1983). The Continental Army (Army Lineage Series). Washington, DC: Center of Military History, United States Army. ISBN 9780160019319. OCLC 8806011. Ji orîjînalê di 9 çiriya pêşîn 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 19 tîrmeh 2017.
- ^ Maass, John R. "June 14th: The Birthday of the U.S. Army" Girêdana arşîvê 2018-10-01 li ser Wayback Machine. U.S. Army Center of Military History. Retrieved 30 October 2013.
- ^ "World Air Forces 2017". Flightglobal: 17. Roja gihiştinê 10 sibat 2017.
- ^ Usa, Ibp. U.S. Future Combat & Weapon Systems Handbook. r. 15.
- ^ "U.S. Army | America's First National Institution". web.archive.org. 15 hezîran 2022. Roja gihiştinê 18 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "On this day: Congress officially creates the U.S. Army - National Constitution Center". web.archive.org. 5 çiriya pêşîn 2018. Roja gihiştinê 18 kanûna pêşîn 2024.
- ^ Cancian, Mark F. (21 çiriya pêşîn 2021). "U.S. Military Forces in FY 2022: Army". csis.org (bi îngilîzî).
- ^ "Organization | The United States Army". Organization | The United States Army (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 18 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "10 USC 3062: Policy; composition; organized peace establishment". web.archive.org. 5 çiriya pêşîn 2013. Roja gihiştinê 19 kanûna pêşîn 2024.
- ^ a b c "The Army Strategy" (PDF).
- ^ "June 14th: The Birthday of the U.S. Army - U.S. Army Center of Military History -". web.archive.org. 1 çiriya pêşîn 2018. Roja gihiştinê 19 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "St. Clair's Campaign of 1791: A Defeat in the Wilderness That Helped Forge Today's U.S. Army". www.army.mil (bi îngilîzî). 15 îlon 2011. Roja gihiştinê 20 kanûna pêşîn 2024.