George Washington
George Washington | |
---|---|
![]() | |
1em serokê DYA'yê | |
Wezîfedarî 30ê nîsanê 1789 – 20ê kanûna pêşîn 1797 | |
Cîgirserok | John Adams |
Berê | nû |
Paşê | John Adams |
Jînenîgarî | |
Jidayikbûn | 22ê sibata 1732an Westmoreland, Virginia Colony |
Mirin | 14ê kanûna pêşîn a 1799an (67 salî) Mount Vernon, Vîrjînya |
Hevjîn | Martha Washington |
Pîşe | Cotkar, efser |
Şanenav | ![]() |
biguherîne![]() |
George Washington (* 22ê sibatê 1732 li Gutshof Wakefield a parêzgeha Westmoreland a Virginia; m. 14ê kanûna pêşîn 1799 li Mount Vernon a Virginia) siyasetmedar, leşker û yekemin serokdewletê DYAyê ye.
Ew wekî damezrênerê DYAyê tê naskirin. Di şerê azadiya DYAyê yê di salên 1775 heya 1783'î de wekî fermandarekî cihgirtiye. Berevanî yan alîgiriya ti partiyekê nedikir. Ji malbatekê naskirî yê bingeh-Îngîlîz bû. Ji nexşegerî, matematîk û bi tevayî zanîstiyê hezdikir.
Di damezrandina sazûmaniya nûjen a DYAyê, destûra bingehîn û îdealîzma wê de xwedî roleke girîng e. Di dema xwe ya serokdewletiyê de polîtîkayeke bêalîtiyê meşandiye. Di jiyana xwe de bi dûristî û merdiyê dihate nasîn. Ji bo bîranîna wî navê paytextê DYAyê kirin Washington, D.C.
Baštirîn rê jibo ašitî û aramîya domdar, amadebûn jibo šer e!
George Washington ( Yekem serokkomarê Amerîkayê)