Arxavka dîwê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Arxavka dîwê, omleta silka biyanî cureyekê arxavkê (omlet) ye. Li hin deveran ji omletan re hêkerûn, qeyxane (bo mînak qeyxaneya Wanê) jî dibêjin, lê ev hemî jî, cureyên omletê ne.

Ji dîwê silka biyanî jî dibêjin. Bazû di gelek xwarinan de, çi xwarinên quşxaneyê, çi yên bi runbirêşkê tên amadekirin de, tê bikaranîn.

Berkelî (bo çar kesan)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1 kg dîw (silka biyanî, heger nebe hûn dikarin siyaleyê jî bikarbînin)
  • 2 hêk
  • 2 stekan (qedeh) penîrê spî yan lor
  • 1 serî pîvaz
  • Nîv stekan şîrê bêrûn an kêmrûnî
  • 5 kevçî ard (arvan) (arvanê bo galetayê)
  • Îsota reş
  • Xwê (solin)

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîwê pakij bişon, bidarivînin û hinekê mezin hûr bikin. Pîvazê hûrane hûr bikin, di rûnbirêşkeke teflonî de nermijî bikin. Dîwê berdin navê, xwêyê bavêjinê û agirê nizm de biqelînin. Bihêlin bila hinekê sar bibe.

Firneya xwe bo 80 pileyê saz bikin. Penîrê di badiyekê de di nava nîv stekan şîr de tevdin. Hêkên hatine çirpandin, xwê, îsota reş, bazû û xwêyê xwe tevlîhev bikin. Bi qasî katjimêrekê di firûnê de bipijînin.

Bi pijiandinê hûn dikarin rûnbirêşkê jî bikarbîn, qalibên taybet ên pijandinê jî (bo firûnan). Ji bîr nekin, kaxeza pijandinê raxin binê qalibên xwe.