Atênê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Atîna (xwedawenda yewnanî) hat beralîkirin)
Atênê
Ἀθηνᾶ / Ἀθήνη
Perestvandînê Yewnanistana kevnare Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sembol
TekstOdîseya, Îlyada, The Suppliants, Hades Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZayendMê li ser wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Jidayikbûn
Olympus Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
Zarok
  • Korîbantes
  • Hîgiea Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Wekhev
Mînêrva, Pallas Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Atênê yan jî Esîna[1] (bi yewnanî Athena; yewnaniya atîkî: Ἀθηνᾶ, Athēnā yan Ἀθηναία, Athēnaia; yewnaniya epîkî: Ἀθηναίη, Athēnaiē; yewnaniya yonî: Ἀθήνη, Athēnē; yewnaniya dorî: Ἀθάνα, Athānā) yek ji giringtirîn xwedawendên jin ên çîvanokî yên Yewnanistana kevnare e. Li gorî Mîtolojiya yewnanî, ew zaroka Zeus ya herî hezkirî bû. Atênê xwedawenda bajêran, hunerî, pîşesaziyê û şerî bû. Di çîvanokên derengtir ên yewnanî da, ew xwedawenda jîrî û aqilmendiyê ye û gelek carn bi mirxekê, nemaze bi bum an kundekê dihêt nîşandan. Di Mîtolojiya romayî da ew bi navê Mînêrvayê dihat naskirin. Ew lî ser destana Odîseyayê da bi navê Xwedawenda çav asîman an go Atênêyê çav asîman dihate ji wê ra gotin.[2]

Xwedawenda yewnanî Atênê, li gorî freskoyeke wênesazê awistirî Paul Troger (1698-1762).

Mîta Atênêyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî pêşbiniyan zarokê di zikê Mêtîs ti cihê Zeus bigirta û wî wek Kronosê ji desthilatdariyê dûr bikira. Zeus ji wê yekê tirsa û Mêtîsê bi temamî xwar. Ew zaroka nav zikê Mêtîsê Atênê bû. Dema wextê wê hat serêşek giha Zeûsê. Paşê Atênê bi zirxa xwe ji nav serê Zeus derket.[3] Lê wek pêşbiniyan nebû. Atênê nekarî otorîteyê dest bixe ji ber ku keç bû.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Hîvî Berwarî (2008). Kesatiya jinê di dîrokê da. Spîrêz, Duhok.
  2. ^ homer. odîseya.
  3. ^ A brief guide to the greek myths- Stephen Kershaw rûpela:54

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]