Xûde

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Xûdeya Korînfî. 500emîn s. b.z.
Mûzeya Munichê

Xûde[1] an kumzirx[2], serpoşekî zirxî, ku wek amûrek ji bo parastinê serê mirovan tê xwekirinê. Bi taybetî, xûdeyan ji bo parastinê kilox û mejî kardikin. Lêbelê, niha, ji bilî werzişê (kumzirxên siwaran, çerxsiwaran, hokeyvanan), rewşê şer û polîsê (xûdeyên şervanî), ew amûrên zirxî wek sîmbolekî tê xwekirin. Li dema niha xûde û kumzirxan bi pirranî ji maden û plastîkên sivik çê dikin, lê li dema kevn ji meseleyan wisa req wek hestiyên heywanan, dar, hesin, polat an jî bronz hate çekirinê.

Etîmolojî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Peyvek “xûde” ji farsiya navînxwd (xōd, “xûde”), an jî ji pehlewanîxwwd (*xōδ), bi xwe jî derbazî ji farsiya kevn û zimanê proto-hind-ewropî — *kadʰ- (“parastin, xwe kirin”) dikeve di nav kurmancî de. Peyvek pehlewanî ji bo kum - 𐎧𐎢𐎭𐎠 (xaudā-), avestayî 𐬑𐬀𐬊𐬜𐬀‎ (xaoδa, “xûde”), osetî — ходӕ (xodæ, “kum”), îngilîzî — hat (kum), hide (veşartin), hood (qube), hindî — ख़ुद (xûde), herwisa jî ji zimanê proto-hind-ewropî der tê. Ji farisî ev peyv dikeve di nav erebî de — خُوذَة‎ (ḵūḏa).

Etîmolojiya “kumzirxê” jî peyvên kum û zirxê tê amade kirin. Zirx ji aliya xwe jî ji farsiya navîn (zlyh /zrēy an zrēh/)[3] dikeve kumnacî de. Mesele, bi avêstayî zirx 𐬰𐬭𐬁𐬜𐬀‎ (zrāδa-) ye. Ji zimanên îranî ev herwisa dikeve li ermenî — զրահ (zrah), gurcî — ზარადი (zaradi), sûriyanî — ܙܪܕܐ‎ (zardā), aramiya cihûdî — זַרְדָּא‎ (zardā), erebî — زَرَد‎ (zarad).

Herwisa bi kurdî ji ber bandora zimanê tirkîmîxfer” (miğfer)[4] û ji ber bandora firansî jî “qesq” (casque) tê karkirinê.

Dîrok[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Xûdeya Meskalamdugê, Keyê Sumer a 26emîn sedsala b.z. ji gora PG755

Li dema pêşdîrokê kumên parastinê ji daran, hestû û postên heywanan, çermên mirovan, şiv û dihate çêkirinê. Paşê ku kalîteya çanda madenê bilind bû, û amûrên maden zêdebûne, mirov çekirina xûdeyan ji hesinê destpê kir. Lêbelê, êdî di nav 3emîn hezarsala berî zayînê de xûdeyên zêr û zîv ji bo mîr û sereşîrên wan deman çedikirin. Mînakên wisa di nav gora padşayên Sumerî de li bajarê Ûr (niha li Iraqê) dîtin[5]. Rast e, xûdeyan maden gelek buha bûn ji bo çêkirinê, lema jî li demên kevnar pirraniya şervanan wan kar ne dikirin. Mesele, şervanên Misirê Kevn ji bo parastina serên xwe kumên ji çermê û zegerekê resanî kardikirin. Li gorî sedema eynî xûdeyên nemaden di nav xelkên dinê de jî xwedirikin. Xûdeyan hesin ya herî kevn li welatên, ku li ser axên Kurdistanê hebûn, li Asûriyayê û Urartûyê li 87emîn ss. b. z. çêdikirin. Forma van xûdeyan glover bû bi kufikekî dirêj.

Serdema Kevnare[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Keyê Akadî Naram-Sîn. Salên 2237 — 2200 b.z.

Rojhilata Navîn[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Wêneya xûdeya kevnartirîn ku hate dîtin ji Mezopotamyayê bû û li dema 3emîn hezarsaliya b.z. hate çekirin. Ev peykerekî bronzê bi xûdeyeke zîv bi forma hêkê li Efrînê a Rojavayê Kurdistanê hate dîtin[6]. Lêbelê, xûdeya rastî ya kevnartirîn ku hate dîtin ya demên 3emîn hezarsala berî zayînê ye, û di nav gora padşayên Sumerî de li bajarê Ûr (niha li Iraqê) hate dîtinê. Ev serpoşekî şaş bû, bi du qubeyên nîvgirover, û bi pirranî ji bronzê çê dikirin. Çend ji wan bi guhzirx û tacekî kin bûn. Li gorî van hûratyan, çêkirina xûdeyan li 3emîn hezarsaliyê b.z. êdî bifirehî berdewam dibû.

Li ser wêneyên ji Mezopotamyayê kevn kifş e, kû mirov êdî xûdeyan xwe dixemiland — wisa li ser çend wêneyan em xûdeyan bi strûyên ga û gakûviyan dibînin. Mînakek wisa li ser stelaya keyê Akadî Naram-Sînê heye.[7][8]

Li dema 2emîn hezarsaliya b. z. pirraniya xûdeyan li herêma Libnan û Filistinê hate çêkirinê. Li vir, li ser bingeha edeta xûdeyan ya Mezopotamiyatê 2 cureyan kumzirxên leşkerî saz bûn:

  • Cureya yekem — girover bi tacekî û formaya xûdeyê wek dilop bû. Tac di nav berdewama xwe de ziravtir dibû, û wek derzîkî xilas dibû. Cîhê serçavê vebirrî bû. Xûdeyan wisa bi temamî maden bûn.
  • Cureya duyem — formaya xûdeyan girover an jî hêkî bû, bi vebirrên girover ji bo parastina guhan. Caran vebirrên nîvgirover ji bo birûyan jî hate çêkirinê. Pirraniya xûdeyan ya cureya duyem ne ya maden bûn, lêbelê bi hûrteyên maden, kîjan li ser wan xûdeyan xwedikirin û bi şerîdan girêdidan.
Cureya «xûdeyan asûrî». Xûdeya keyê Urartû Serdûrî II.

Li dema 1emîn hezarsala b. z. li ser axê Rojhilatê Navîn çend cureyên nû a xûdeyan hate xuliqandin. Li Kurdistanê li 10-7emîn sedsala b. z. xûdeyan bi formayê hêkan bi tacên pan û şehên pirtû çê dikirin. Caran guhzirxên van xûdeyan hebû, caran jî çeneya mirovan jî diparizand. Li 8emîn sedsala b. z. li Asûriyayê bi pirranî xûdeyan bi formayê dilopê bi vebirrînê teng ji bo serçavê. Li gorî wêneyên, xûdeyan ya leşkerên yahûdî li dema 8-7emîn sedsala b. z. wek kumzirxên asûrî jî bi formayê dilopê bûn.

Xûdeyan li Urartûyê li 9-8emîn sedsalan b. z. pir kin û nîvgirover bûn, bi vebirrîna girover ji bo serçav û zîperê. Li 8emîn sedsala b. z. ji ber bandora şêwaza asûrî, xûdeyan leşkerî a urartûyan hatine guhazitinê — xûde bûne bilind bi forma dilopî. Van xûdeyan xelk dixemiland bi wêneyên reliefî an lêdana nexşên eşîrî. Herwisa, li Urartûyê mirov êdî xûdeyan hesinê kar dike.

Bêguman, xûdeyan hesinî gelek hindik bûn, li vê demê bi pirranî xelk xûdeyan bronzê lêdixist. Xûdeyan asûrî li 1emîn hezarsala b. z. digîjne Îranê. Li wira kumên nîvgirover bi vebirrîna fireh kar dikirin. Derengtir, van xûdeyan eşîrên Skîtiyan xwe dikin, û ev cure dibe belavkirî li hemû Ewrasyayê. Xûdeyan eynî Skîtiyan anîne Çînê.

Li gorî Herodotê, siwarên Împeratoriya Hexamenişî xûdeyan hesinî û bronzê kardikirin. Ji 7emîn sedsala b. z. Skîtiyan xûdeyan sade bi rûberê pûlikî, ku li ser bingeha çermî dihatê dirûtinê.

Yewnan û Rom[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Xûdeya czermî bi qîlên beraza. 17emîn sedsalên b.z.

Xûdeya hoplîtê, bi berg û galiskayê wî, destpêbûyî ji şerê Truvayê heta ketinê di nav destên Romê da, sembolê çanda Yewnanê Kevnarê bû. Xûdeyan hesinî hindik bûn, bi pirranî - ev kumzirx serpoşên keyan bûn, lê leşkerê giştî xûdeyan ji bronzê kardikir. Tac, ku li ser van xûdeyan ji bimbilên qazan an jî pirtê hespan dihate çêkirinê, sembola serfiraziya hoblîtê bû. Van tacan yewnanên kevn ji eşirên xelkê Kariyayê hildan.

Li gorî dîroknasên niha çend cureyên xûdeyan yewnanî hebûn:

  • Xûdeya kevnar, xûdeyeke, ku êdî li 12emîn sedsala b.z. ji çerm, post, hestiyên û qîlên heywanan çê dikirin.[9][10] Mesele, xûde bi yewnanî peywek κυνέη kardikin, wetaya vê peywê herf bi herf "çermê kûçikê" ye.
  • Xûdeya Îlirî, xûdeyeke, kû bi temamî ji maden çê dikirin. Guhzirxên van xûdeyan hebû û bi lêdana ji du parçeyên maden dihate çêkirinê.[11][note 1]
  • Xûdeya Korînfî, xûdeya li herêma Korînfê û hemû Yewnanê li 7-2emîn sedsalên b.z. dihatê karkirin. Ji bilî kum- û guhzirxê, ev xûde herwisa serçavê leşkeriyan jî diparezand, lêbelê, ji ber ku vebirrînên ji bo çava biçûk û nearam bûn li 2emîn sedsala b.z. ev bi xûdeya Xalkîdî hate guhertinê.[12]
  • Xûdeya Xalkîsî , xûdeya maden, kîjan ji 6-3emîn sedsalan b.z. li Yewnana Rojhilatê tê karkirinê.[13] Ev kumzirxekî sivik e, lêbelê, eger em kalîteya parastina vî û xûdeya Korînfî bidine ber hev, xûdeya Xalkîdî ne ewledar e.
  • Xûdeya Atîkî , cûreya xûdeya Xalkîdî, ku li gorî dîroknasê brîtanî Peter Connolly[14], cudahiya tenê di navberê van de tunebûna zirxê ji bo pozê leşkeriya bû.
  • Xûdeya Beotî, xûdeya leşkerên siwarî ya Îskenderê Mezin, ku Împeratoriya xwe ji Yewnanê heta Hindê dirêjkir. Keviyên kumzirxê fireh bûn, ev hûrî leşkeriyan ji tîrêjên rojê xilas dikir.[14][15]
  • Xûdeya Frîgî, wek xûdeyan Skîtî bi formayê dilopî bûn, û pirraniya ji van xûdeyan bi lêdanên maden xemilî bû.[14][16]
  • Xûdeya Trakî, xûdeya bronze û hesinî, kîjan li 2emîn sedsala b.z., li demên kengê Rom kete Yewnanê, herî belav bû. Bi formayê dilopî, û tacek bilind, bi vebirrînên ji bo çav, poz û dev, lê bi guhzirxên dirêj, ev xûde yek ji herî karkirî bû di nav xelk û leşkerên Yewnanê.[17]
  • Pîlos, xûdeya yewnanî ji bo leşkerên piyade. Ji 2emîn hezarsala b.z. heta 3emîn sedsala b.z. li şerên Peloponesê dihate karkirinê. Bi formaya dilopî, ji bronzê sivik dihate çêkirinê.[13]

Leşkerên Romayê kevn li demên komarê bi pirranî xûdeyan atîkî kardikirin, lêbelê ji dema 1emîn sedsala karkirina xûdeyan ya cureya kûlûs destpêkirin. Derengtir, ji ber bandora xelkê Galyayê, cureyan wisa çê bûn wek xûdeya galî, xûdeya împeratorî, xûdeya îtalî. Li 1-3emîn sedsala, ev kumzirx bûne sembola lêgyonerê.[17]

Pêşangeh[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Serdema Navîn[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Xûdeya înglîzî ji 14emîn sedsalê

Ewropa (Skandînavya, Îtalya, Fransa)[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Xûdeyan Ewropî ji dema Serdama Navîn li ser bingeha xûdeyan ya rojhilatê hatin xulîqandin. Ji destpêke, xûde bi qerqodekî madenî çê dikirin. Li Serdana Vendêlê xûdeyan cureya vendêlî bifirehî dihatne çêkirinê. Ji 10emîn sedsalê êdî xûdeyan normanî çê dikirin, ku bê qerqodekî madenî bû, lê ji çend parçeyan dihate lêxistin. Deregntir, li 12emîn sedsalê xûdeyan bi tacên girover kar dikin, kû paşê di nav topfhelman[18] de guhartin, ku heta 14emîn sedsalê kar dikirin. Li 12-13emîn sedsalên li Ewropayê xûdeyeke herî hezkirî — şapêl hate xuliqandin. Keviyên vî bûn pir fireh, lê formaya vî nîvgirover.

Ji destpêka 16eуmîn sedsala li Ewropayê xûdeyan curaya basiyênt[19] têne xuliqandin. Balkêş e, ku rûpoşên madenî yên livbar li ser van basiyêntan bifirehî belav bû. Li sedsalên 15-16emîn cureyan wisa têne xuliqandin wek: armêt (xûdeyake tim dada), salet[20] (bi keviyên fire û tûj), barbyût[21] (wek kumzirxekî bi vebirrînên ji bo çav, poz û devê leşkeriyan), kabasêt[22] (kumek madenî bi formayê dilopî), moriyon[23] (xûde bi bilind û tacekî keviyên fireh), ştûrmak / burgonêt[24] (xûdeyekî bilind bi rûpoşên livbar), şîşek / şaşikî / kapela [20][25] (xûdeyan kurdî, farsî, polonî û mecarî[26], bi qûbeyek teng û bilind), û hwd.

Xûdeya şaşikî ji Rojhilata Kurdistanê. 15emîn s.

Kurdistan, Tirk û Îran[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Li gorî çavkaniyan, peşê 5emîn sedsala li Kurdistanê û Farsê xûdeyan bi forma dilopî (cureyan asûrî) kardikirin. Ji bilî van, fars herwisa xûdeyan nîvgirover kardikirin, bi perdeya zincirî. Xûdeyan, ku li Împeratoriya Sasanî ber 3emîn sedsalê hatine karkirin (van xudeyan li Neynewê dîtin), nîvgirover û bûn. Van serpoşan ji 4 sêgoşêyên madenî çê dikirin. Xûdeyan, ku li ser qerqodê madenî hatibûn çêkirin, bifirehî belav bûn. Li 7emîn sedsala êdî xûdeyan nîvgirover bi vebirrînên ji bo çavan hebûn, bi perdeya zincirî ji bo parastina serçav û sîngê leşkeriyan. Rast e, xûdeyan wisa tenê li 15emîn sedsala bûne belavkirin.

Li 15emîn sedsala eşkere ye, ku li Kurdistanê, Farsê û Împeratoriya Romî êdî xûdeyan kolosî bi kar tînin. Lêbelê, li gorî wêneyan dîrokî, ji 16-17emîn sedsalan, bi pirranî xûdeyan cureya top û kule-xûd (fa)[27][28] têne karkirin.

Êlên tirkan, ku ji Asyaya Navîn ketine Rojhilata Navînê û Qefqasyayê, xûdeyan wisa kardikirin, wek xelkên koçerên dinê. Ev xûdeyan bi formaya dilopî çekirî ji çend parçeyên başqe bûn, hervisa jî xûdeyan bi qerqodê hesinî hebûn. Derengtir, êlên tirk bin bandora farsan û kurdan, xûdeyan-kolosî saz kirin. Lêbelê, paşê sedsala 15emîn, li ser bingeha kule-xûdên farsî li Împeratoriya Osmanî cureya nû hate xuliqandin — xûdeya şaşikî (tr). Ev cure di nav Memlikan û Eyûbiyan de jî tê bi kar.

Kabûto. Sedrana Mûromaçî. 15emîn sedsala. Mûzeya Netewî a Tokyoyê.

Hind û Asyaya Rojhilat (Çîn, Japon)[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Kifş e, ku li Hindistanê êdî li 1emîn hezarsalê ji bo parastina kiloxan xûdeyan şaşikî an jî serpoşên qumaxî kardikirin, ji ber ku çavkaniyên dîrokî ji derheqa hebûna kumzirxên madenî tune ye. Zirxên leşkerî li vê welatê tenê ber bi 13-14emîn sedsalan xuya bûn, û êdî paşê 15emîn sedsala xûdeyan hindî bi dirbeke farisî dihate çê kirinê. Li 16-17emîn sedsalan diyar e, ku leşkerên Hindistanê bifirehî van xûdeyan kar dikin.[29]

Xûdeyan çînî li sedana serweriya Han bi formaya serpoşekî bonnet çê dikirin.[30] Pirraniya ji van xûdeyan ji çermê heyvanan an jî madenê çê dikirin. Kumzirxên bi formaya qubeyan jî hebûn, wek xûdeyan Ewropî ev xûdeyan jî ji çend parçeyan pêk dianîn. Li gorî dîtinên arkeolojî (ku li herêma Tirkestanê derbas dibû), xûdeyan çînî ya 7-10emîn sedsalan bi formaya xwe nîvgirover bi keviyên pêlkirî bûn. Li 13emîn sedsala ji ber bandora mongolan, xûdeyan çînî hatin guhertinê - parçeyeke leşkeriyan xûdeyan kolosî û şaşikî kar dikirin, yên din jî xûdeyan nîvgirover bi vebirrînan ji bo çavan xwe dikirin.[31]

Xûdeyan koreyî wek çînî bûn. Li 14-17emîn sedsalan leşkeryên koreyî xûdeyan bi formaya dilopî, ku ji çar parçeyan çêkirî kar dikirin.

Li Japonê jî kumzirxên nîvgorver - kabûto kardikirin[32], wek xûdeyan koreyî û çînî li vir jî van ji çen parçeyan çê dikirin. Li 16 emîn sedsala japon xûdeyan pir ecêb xulîqandin - kavarî-kabûto[33].

Xûdeyan hevdem[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Xûdeyan leşkerî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Lîsteya xûdeyan leşkerî

Kumzirxên sporî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Kumzirxên avakeran[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Xûdeyan stêrgeran[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Kincê stêrgeran

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  1. Ferhenga Destî (Kurdî bi Kurdî)Umîd Demîrhan, s. 2007, r. 458
  2. Ferhenga Destî (Kurdî bi Kurdî)Umîd Demîrhan, s. 2007, r. 220
  3. MacKenzie, D. N. (1971). “zrēh” li A concise Pahlavi dictionary. London, New York, Toronto: Oxford University Press.
  4. "Pentagonê ji bo 10 hezar kesên ku di binê kontrola YPG/PKKyê da ne daxwaza "budçe"yê kir". AA.com.tr.
  5. "Behind the deceased's head was agold helmet. He held in his hands a gold bowl inscribed with the name Meskalamdug. In the coffin, for example, were gold and silver lamps, a second gold bowl inscribed with the name Meskalamdug, and electrum ax heads. On the northeast side opposite the upper part of the body was a substantial collection of jewelry" in Hansen, Donald P.; Pittman, Holly (1998). Treasures from the Royal Tombs of Ur (bi îngilîzî). University of Pennsylvania Museum of Archaeology. r. 24–25. ISBN 9780924171543.
  6. Excavations at Tell Judaidah, Winter 1996 The Oriental Institute of The University of Chicago
  7. "Naram-Sin". Ancient History Encyclopedia. Roja wergirtinê: 16 çiriya paşîn 2015.
  8. "Victory Stele of Naram-Sin | Louvre Museum | Paris". www.louvre.fr. Roja wergirtinê: 16 çiriya paşîn 2015.
  9. The Shaft Graves Girêdana arşîvê 3 tîrmeh 2010 li ser Wayback Machine, Dartmouth College
  10. Nobuo Komita 1983, "The Grave Circles at Mycenae and the Early Indo-Europeans", Research reports of Ikutoku Technical University. Part A, Humanities and social science
  11. Snodgrass 1999, rr. 76, 95; Sekunda 1998, r. 53: "Figure D2, based on a Lakonian warrior statuette from Dodona, wears a helmet of the Illyrian type, so-named because many early finds came from Illyria. However, it is now clear that it was also extremely popular in the Peloponnese, which is the most probable area of origin."
  12. Connolly, Peter, 1935- (1975). The Roman army. London: Macdonald Educational. ISBN 0-356-05110-2. OCLC 2914032.CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (link)
  13. a b Sekunda, Nick, 1953- (2000). Greek hoplite : 480-323 BC. Hook, Adam. Oxford: Osprey. ISBN 1-85532-867-4. OCLC 49593639.CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (link)
  14. a b c Connolly, Peter, 1935- (1998). Greece and Rome at war. London: Greenhill Books. ISBN 978-1-85367-303-0. OCLC 37616252.CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (link)
  15. Fraser, A. D. (1922-03). "Xenophon and the Boeotian Helmet". The Art Bulletin. 4 (3): 99. doi:10.2307/3046411. Check date values in: |date= (alîkarî)
  16. Heckel, Waldemar, 1949- (2006). Macedonian warrior : Alexander's elite infantryman. Jones, Ryan, 1975-, Hook, Christa. Oxford: Osprey. ISBN 1-84176-950-9. OCLC 62796668.CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (link)
  17. a b Sumner, Graham. (2003). Roman military clothing (2) : AD 200-400. Botley, Oxford, U.K.: Osprey. ISBN 1-84176-559-7. OCLC 52836425.
  18. Christopher Gravett (1993). Norman Knight 950-1204 AD. London: Osprey.
  19. Gravett, Christopher, 1951- (2002). English Medieval knight, 1300-1400. Oxford: Osprey. ISBN 1-84176-145-1. OCLC 50402243.CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (link)
  20. a b Bull, Stephen, 1960- (1991). An historical guide to arms & armor. North, Tony. London: Studio. ISBN 1-85170-723-9. OCLC 34952586.CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (link)
  21. Oakeshott, Ewart (1980). European Weapons and Armour: From the Renaissance to the Industrial Revolution. Lutterworth Press.
  22. Bildwörterbuch der Kleidung und Rüstung : vom Alten Orient bis zum ausgehenden Mittelalter. Kühnel, Harry, 1927-1995. Stuttgart: A. Kröner. 1992. ISBN 3-520-45301-0. OCLC 27976147.CS1 maint: others (link)
  23. "Morion, German, late 16th century". Lennart Viebahn.com.
  24. George MacDonald Fraser (1972). The Steel Bonnets. New York: Alfred A. Knopf.
  25. Haythornthwaite, Philip J. (1994). The Austrian Army 1740-80. Younghusband, William. London: Osprey Military. ISBN 1-85532-415-6. OCLC 30972438.
  26. Robinson, H. Russell. (2002). Oriental armor. Mineola, N.Y.: Dover Publications. ISBN 0-486-41818-9. OCLC 47971602.
  27. Weapon : a visual history of arms and armor (Çapa 1st American ed). New York: DK Pub. 2006. ISBN 0-7566-2210-7. OCLC 69013629. |edition= has extra text (alîkarî)
  28. Stone, George Cameron. (1999). A glossary of the construction, decoration, and use of arms and armor in all countries and in all times : together with some closely related subjects. Mineola, N.Y.: Dover Publications. ISBN 978-0-486-13129-0. OCLC 829147462.
  29. Paul, E. Jaiwant. (2005). Arms and armour : traditional weapons of India. Delhi: Roli. ISBN 81-7436-340-8. OCLC 61260782.
  30. De Crespigny, Rafe,. Fire over Luoyang : a history of the later Han dynasty, 23-220 AD. Leiden. ISBN 978-90-04-32520-3. OCLC 952139252.CS1 maint: extra punctuation (link) CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (link)
  31. Peers, C. J. (1992). Medieval Chinese armies 1260-1520. Sque, David. London: Osprey. ISBN 1-85532-254-4. OCLC 28586748.
  32. Louis, Thomas. (2008). Samurai : the code of the warrior. Ito, Tommy., Boe, Corbis,, Boe, AnnDréa,. New York: Sterling. ISBN 978-1-4027-6312-0. OCLC 213301779.CS1 maint: extra punctuation (link)
  33. Sinclaire, Clive. (2001). Samurai : the weapons and spirit of the Japanese warrior (Çapa 1st Lyons Press ed). Guilford, CT: Lyons Press. ISBN 1-58574-282-1. OCLC 48207018. |edition= has extra text (alîkarî)
Nîşe
  1. Naming conventions and typology of ancient helmets are of modern origin and do not reflect contemporaneous usage. (Connolly 1998, p. 60: "Terms such as 'Illyrian' and 'Attic' are used in archaeology for convenience to denote a particular type of helmet and do not imply its origin.")