Atênê
Atênê Ἀθηνᾶ / Ἀθήνη | |
---|---|
Perestvan | dînê Yewnanistana kevnare |
Sembol | |
Tekst | Odîseya, Îlyada, The Suppliants, Hades |
Zayend | Mê |
Agahiyên kesane | |
Jidayikbûn | |
Dê û bav | |
Zarok | |
Wekhev | |
Mînêrva, Pallas, Aëdon | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Atênê yan jî Esîna[1] (bi yewnanî Athena; yewnaniya atîkî: Ἀθηνᾶ, Athēnā yan Ἀθηναία, Athēnaia; yewnaniya epîkî: Ἀθηναίη, Athēnaiē; yewnaniya yonî: Ἀθήνη, Athēnē; yewnaniya dorî: Ἀθάνα, Athānā) yek ji giringtirîn xwedawendên jin ên çîvanokî yên Yewnanistana kevnare e. Li gorî Mîtolojiya yewnanî, ew zaroka Zeus ya herî hezkirî bû. Atênê xwedawenda bajêran, hunerî, pîşesaziyê û şerî bû. Di çîvanokên derengtir ên yewnanî da, ew xwedawenda jîrî û aqilmendiyê ye û gelek carn bi mirxekê, nemaze bi bum an kundekê dihêt nîşandan. Di Mîtolojiya romayî da ew bi navê Mînêrvayê dihat naskirin. Ew lî ser destana Odîseyayê da bi navê Xwedawenda çav asîman an go Atênêyê çav asîman dihate ji wê ra gotin.[2]
Mîta Atênêyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li gorî pêşbiniyan zarokê di zikê Mêtîs ti cihê Zeus bigirta û wî wek Kronosê ji desthilatdariyê dûr bikira. Zeus ji wê yekê tirsa û Mêtîsê bi temamî xwar. Ew zaroka nav zikê Mêtîsê Atênê bû. Dema wextê wê hat serêşek giha Zeûsê. Paşê Atênê bi zirxa xwe ji nav serê Zeus derket.[3] Lê wek pêşbiniyan nebû. Atênê nekarî otorîteyê dest bixe ji ber ku keç bû.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ev gotara têkildarî mîtolojiyê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |