Baçik

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Baçik

Baçik, çixare (li Torê) yan jî cigare (li Behdînanê) berhemeke titûnê ye ku tê kişandin (pêçandin, raxwarin). Ji titûna ku bi kaxezê pêçandiye têk tê. Berê bi destan dihatin li pelên titûnê dipêçandin lê niha bi alavên nûjen an di fabrîkan de tên çêkirin.

Dîroka baçikê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Kurdistanê ji ber ku di wextê Osmaniyan de bêje bi herfên latînî wekî cigare dihate nivîsîn, bi navê cigare hat binavkirin[çavkanî hewce ye] û hêj jî pirranî cîgare, cigare yan cixare dibêjin.

Kişandina titûnê kengî dest pê kiriye baş nayê zanîn. Lê ji parzemîna Amerîkayê, di sedsala 16emîn de ji çermesorên kevnexwediyê Amerîkayê ne, derbasê Ewropayê bûye. Ji wan jî hatiye Kurdistanê.

Heya salên 1960î ziyanên sîgarayê baş nedihatin zanîn û li seranser cîhanê firotin û bikaranîna wê bi pêş diket. Lê îro li gelek welatan bo ji aliyê dewletan ve astengî lê tê derxistin, lewra jiyan û tenduristiya mirovan dixe xetereyê. Sîgara sedemê gelek nexweşiyan e. Şêrpence, mirina masûlkeyên dil û gelek nexweşiyan ditetikîne.

Cureyên wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ziyanên baçikê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gotarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]