Başkulok

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Başkulok
Saxicola torquatus -South Africa -male-8 (3).jpg
Nêr
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Aves
Kom: Passeriformes
Famîle: Muscicapidae
Cins: Saxicola
Cure: S. rubicola
Navê zanistî yê latînî
Saxicola rubicola
(Linnaeus, 1766)
Hevwate

Saxicola torquatus rubicola

Başkulok (Saxicola torquata), cureyekî mêşgirtan (Muscicapidae) e ku xweciyê welatên binebaybana Afrîkayê, nîvgirava Erebistan û li Kurdistanê tê dîtin.

Şayes[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Nêrê S. t. axillaris ji Kînyayê
Saxicola rubicola

Mezinahî û kelwaşa xwe 12 cm dirêj e. Yê nêr, di payîzê de qehweyîyekî tarî ye, ji milê piştê ve, hinek piniyên reş lê ne, û binpişta wî spî ye û gîxên qemer lê ne, kuriya wî qehweyîyekî tarî ye û binê wê di bin binpiştê de spî ye. Tokeka spiya pan li stûyî werhatiye, û gîxeka spiya mezin li çengveşêran e. erzink û heftik û alek, reş in û piçeka soratiyê li dûmahiya perrên wan e. sing sorve ye û zik spî ye. demê têjikînanederê ser û pişt reş dibin. ya mê, ji milê piştê ve, qehweyîyeka gîxdara gîxreş e. Binepişt qemerekî vekrîye. kurî wekî ya yê nêr e. Qana spiya li çengan ne gelek diyar e. erzink û heftik xwelîkîyekî tarî ne. berçêlk sorve ye û zik û binzik spîve ne. Têjik wekî ya mê ye, û ji milê piştê, pinîpnî ye.[2]

Jîngeh[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

li Kurdistanê, zivistanan (ji dûmahîkê meha tebaxê heta dûmahîkê meha nîsanê), û bi rêberî jî, biharan (ji dûmahiya meha subatê heta meha nîsanê) û payîzan (ji dûmahiya meha tebaxê û herdu çiriyan), li erdên beyar û şorik û şêlên têrdexel û qerram û li ser teraş û darik û dartêl û pejanan (gelek caran, dadayî û navbeyn navbeyn, kuriyê û herdu çengan dijenit) diête dîtin.[2]

Reftar[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Xwarin[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Xwarina wî dubarî mêş û mûr û kurmik in.

Pirbûn[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Hêlîna xwe, ser erdê yan nêzîkî erdê û di nav gil, giyayî û qerramî de, çê dikit. ji (4 - 6) hêkên şînveyên pinîsor dikit. Cihên lê belav: li nîveka ewropa û devera deryaya spî û jêriya Ûris heta joriya rojavaya Afrîka, Tirkiyê, Qefqaz, devera deryayê Qezwîn, gizîrteya Erebî, Ermenistanê, Azerbaycanê, jorî û jêriya rojavaya Îranê têjikan diînte der. zivistanê xwe, bi qetlazî li Kîprosê, Îraqê û li joriya rojhilata Afrîka (joriya Hebeşe, joriya Misrê, Sudan, Somal, Libya) û nîvgirava Erebî û Hindistanê û jêriya rojhilata Asya diborînit.[2]

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]