Here naverokê

Bad Gyal

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Alba Farelo i Solé
Jiyan
BernavBad Gyal
Jidayikbûn7ê adara 1997an(1997-03-07) (27 salî)
Vilassar de Mar, Barselona, Ketelonya (Spanya)
Pîşestranbêj, strannivîs, DJ û lîstikvan
Salên çalak2016 - roja me
Etîketa qeydê
Malper
biguhêreBelge

Alba Farelo i Solé (jdb. 7ê adara 1997an li Vilassar de Mar, parêzgeha Barselonayê, Ketelonya (Spanya)) ku bi bernavka xwe Bad Gyal tê zanîn, stranbêj, strannivîs, DJ û lîstikvaneke ketelan e. Muzîka wê wekî tevhevkirina janrên wekî reggîton, dancehall û trap tê binav kirin. Ji bilî kariyera xwe ya stranbêjiyê, ew bi xebata wekî DJ û bi şêwaza xwe tê zanîn.

Alba Farelo di 7ê adara 1997an de li Vilassar de Mar,Barselonayê ji dayik bû.Ew ji pênc zarokan ya herî mezin e. Bavê wê lîstikvan û dûblajvanê navdar Eduard Farelo ye, ku di guhertoya spanî de wekî dûblajvanê Gollum di sêyîneya Lord of the Rings û Bail Organa di prequelên Star Warsê de tê zanîn.

Di destpêkê de li Vilasarê di nanpêjxaneyek herêmî de, wekî garson û di navendek telefonê de xebitî. Di sala 2016an de, wê dest bi xwendina sêwirana modeyê li BAU li Barselonayê kir, lê sala paşîn dev ji xwendina xwe berda da ku balê bikişîne ser hewesa xwe ya herî xurt: muzîk.

Berî ku navdar bû, ew di vîdyoklîpa "Te Invito A Soñar" ya stranbêj Ayesha Chanel de xuya bû.

Hunermenda ku nikarîbû stûdyoyek tomarkirinê û hilberînerek bikira, li malê tomar kir û bi alîkariya hevalan, di dema xebatê de stranên xwe yên yekem derdixist. Bi dahata konserên xwe yên ewil re, piştî demekê zêdetir dest bi xebatên hilberîn û tomarkirinê kir.