Bahoza Eunice (2022)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bahoza Eunice
Bahoza Eunice (SSHWS/NWS)
Destpêbûn14ê sibata 2022an
Bidawîbûn19ê sibata 2022an
Bayê herî bilindDi nav xulekekê de: 5 mph (5 km/h)
Zexta herî kêm993 mbar (hPa); 29.32 inHg
Mirin17 mirin (Belçîka: 2; Almanya: 3; Îrlenda: 1; Holenda: 4; Polonya: 4; Keyaniya Yekbûyî: 3)
Zirar360 milyon £ (Keyaniya Yekbûyî) 900 milyon € (Almanya)
Qadên bandorkirîBelçîka, Danîmarka, Fransa, Almanya, Îrlanda, Lîtvanya, Holenda, Polonya, Brîtanya
Beşek ji Bahozek ji demsala bayê 2021–2022 ya Ewropî

Bahoza Eunice, (bi îngilîzî: Storm Eunice, bi almanî: Orkan Zeynep) bahozeke ekstratropîk a tund e ku beşek ji demsala bahoza 2021-2022 ya Ewropî ye. Bahoza Euniceê di 14ê sibata 2022an de ji aliyê Ofîsa Met a Keyaniya Yekbûyî ve wekî Storm Eunice hate binav kirin. Di 16ê sibatê de, ji bo tevahiya başûrê Înglistanê, Wales û Midlands hişyariya hewayê ya asta hişyarî ya kehrîbar hate dayîn. Piştre hişyariya hewayê ya asta sor di 17ê sibatê de ji bo beşên başûrê rojavayê Îngilistan û başûrê Wales, hişyariya asta sor a duyemîn jî di 18ê Sibatê de ji bo London, Başûrê Rojhilat û Rojhilatê Îngilîstanê hate dayîn. Bahoza Euniceê li The Needles û girava Isle of Wightê ji bo harikîna bayê ya herî bilez a ku li Îngilîstanê bi leza 122 kîlometre di saetê de (196 km/s) hate tomarkirin, rekoreke demkî pêk hat.[1]

Bahozê zerareke mezin li seranserê Bakurê Ewropayê pêk anî ku bi milyonan kes li seranserê herêmên bandordar bê elektrîk man û gelek xanî zirar dîtin. Bahoz bi taybetî li Keyaniya Yekbûyî pir dijwar bû ku jiber bahozê 1.4 mîlyon mirov bê elektrîk man. Gelek welatên din ji aliyê Euniceê ve rastî zextek dijwar hatin ku zirara herî zêde jiber van zextên dijwar pêk hatiye. Bayên bi zext zirar daye avahiyan û bayê bi leza zêdeyî 120 kîlometre di saetê de (190 km/h) ku hatiye tomarkirin, heta niha buye sedema 17 mirî û gelek birîndaran.

Dîroka meterolojî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Met Office a Brîtanya yê di 14ê sibata 2022an de navê Storm Eunice li bahozê danî.[2] Zanîngeha Azad a Berlînê (FUB) jî di 16ê sibatê 2022an de navê heman pergalê wekî Orkan Zeyneb bi nav kir. Met Éireann of Ireland li ser malpera xwe ya twîtterê parvekir ku daketina zexta bilez a di dema bahozê de pîvanên bi teqemenyên siklonogezî pêk tîne. Di heman demê de mîna Bahoza Mezin a sala 1987an de, hêzek jet-sting bi dest xistiye.[3]

Amadekarî û bandor[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Belçîka[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Banê Stadyuma Ghelamco Arena xera bû, di encamê de maça Yekem A Division A di navbera Gent û Seraing de ku ji bo 18ê sibatê hatibû plansaz kirin hate paşxistin.[4] Li Tournai perçeyên vînçekî qetiyan û li nexweşxaneyek ket, ban û qatên jorîn zirar dîtin. Navenda bajarê Asse ji ber metirsiya hilweşîna birca dêrê neçar ma û hate valakirin.[5]

Pargîdaniya rêhesinê ya Belçîkayê NMBS û pargîdaniya binesaziya hesinî ya Infrabel ragihand ku dê seferên rêhesinî li hinek deverên Flanders roja 17ê sibata 2022an piştî nîvro têne sekinandin.[6]

Du kes jiber bayê zêde jiyana xwe ji dest dan. Li Ypresê, mêrekî îngilîzî yê 79 salî ji ser keştiya xwe ya li marînayê kete nava avê xeniqî. Li Gentê kesekî mlr ji ber panela rojê ya şikestî ku lê ket piştî roja din li nexweşxaneyê jiyana ji dest da.[7] Herî kêm sê kesên din jî bi giranî birîndar bûn.

Danîmarka[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji ber ku navê Eunice dê bi zimanên Nordîk bilêvkirina wî dijwar e, Enstîtuya Meteorolojiyê ya Danîmarkayê biryara navê Nora jibo bahozê da.[8] Nora zirarek girîng neda Danîmarkayê û gelek modelan bahozê nêzîkî Danîmarka yê da zanîn ku Nora bi leza bayê 60-70 km/s (37-43 mph) li Danîmarkayê dixe. Jibo ku li nêzîkî sînorê Almanyayê ye, Nora herî zêde li Jutlanda Başûr bi bandor bû.[9]

Fransa[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Fransayê, li 5 herêman hişyariya porteqalî hat dayîn. Hêza bahoz bi bayê 140 km/s (87mph) li xalên herî bakur ên Fransayê hate pêşbînîkirin lê li Cap Gris Nezê hêza bahozê gehişte 176 km/s (109mph) ê. Li Nord, Pas-de-Calais, Somme, Seine-Maritime, û Manche ji ber bahoza Eunice hişyariya hewayî ya porteqalî û hişyariyên hewayê yên zer ji bo piraniya bakurê Fransayê hatin dayîn. Hate ragihandin ku Polês ên Wimereuxê li ber deryayê nobetê digirin û nahêlin ku kes li ser wê bimeşe.[10]

Li eyaleta Nord a Fransayê 6 kes bi giranî birîndar bûn. Li seranserê welêt 160 hezar avahî bê elektirîk man. Trenên herêmî yên li Hauts-de-France û Normandiyê hatin rawestandin û rawestgeha Lille-Flandres ji ber ku bermahiyên li ser banê camê ketine, bi awayekî demkî hate valakirin.[11]

Almanya[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Almanyayê, bahoz ji aliyê Zanîngeha FUBê ve wekî Orkan Zeynep hate binav kirin. Berî ku pergalê hişyariyên pêlên bahozê yên li nêzî Çemê Elbeyê di amadekirina bayê 90 mph (145 sm/h)de bû, ji Ylenia ku çend roj berê bandor li herêmê kiri bû, bilindtir bû. Eunice bi saeta herêmê ya nîvro, nêzî deverên Çemê Elbeyê ket ser rûyê erdê.

Rayedaran diyar kirin ku li eyaleta Nordrhein-Westfalya ya rojavaye ji ber bahoze 2 kes di qezayen otomobile de jiyana xwe ji dest dane.[12] Li nêzî Cuxhaven, Saksonya Jêrîn a li şaredariya Wurster Nordseeküste, kesekî dema ku dixwest banek xerabûyî temîr bike, ket jiyana xwe ji dest da.[13]

Li Hambûrgê jiber bahozê pêlên ava Çemê Elbeyê gehişte bilindahiya 3.75 mêtreyê.[14] Li Bremenê vînçeke 55 metreyî hilweşiya ser avahiya ofîsê ku di ber avahiya ku di asta çêkirinê de bû.[15]

Îrlenda[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 16ê Sibatê de, Met Éireann ji bo 18ê sibatê hişyariya bayê asta hişyariya porteqalî ji bo heft wîlayetan da û diyarkir ku bahoza bi leza 130 km/s'ê bayên dijwar û potansiyela zirarê bîne.[16] Dotira rojê, hişyariyên hewayê yên din ji bo baran, ba û berfê ji hêla Met Éireann ve hatin dayîn, bi hişyariya rewşa bayê asta hişyariya Sor ji bo wîlayetên Cork, Kerry, Clare û Waterford da.[16] Li van parêzgehan hemî dibistan, zanîngeh û saziyên lênihêrîna zarokan hatin hişyarî kirin.[17] Li seranserê welêt gelek sefer, derbasgehên ferîbotan, seferên otobus û trênê hatin betalkirin.[18]

Leza bayê bi leza 172 kîlometre di saetê de (107 mph) li deryayê li Fastnet Lighthouse hate tomar kirin.[19]

Li seranserê welêt nêzîkî 80.000 avahî û kargeh bê enerjî man.

Li wîlayeta Wexfordê xebatkarê meclîsê yê 59 salî dema ku bermahiyan paqij dikir ji ber ketina darê jiyana xwe ji dest da.[20] Hat ragihandin ku di banê rawestgeha Clontarf Road DART de ziyanî çêbûye.[21]

Lîtvanya[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bahoza 19ê sibatê li seranserê Lîtvanya, piranî li herêmên rojava û navendî bû sedema qutbûna elektrîkê. Rêjeya ava çemê Danė [lt] li bajarê bendera Lîtvanya Klaipėda bi lez bilind bû û kolanên li navenda bajêr di bin avê de man û sewqiyata li herêmê neçar ma hate rawestandin. Li gorî endamên Porta Klaipeda, leza bayê gihîştiye 90 km/s (56 mph) û hate pêşbînîkirin ku leza bayê heta 100-108 km/s (62-67 mph) bilind bibe.[22]

Holanda[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Enstîtuya meteorolojiyê KNMI ji ber bahoza Eunice ji bo herêmên Zeeland, Holanda Başûr, Holanda Bakur, Friesland û IJsselmeer hişyariyên asta sor da. Ji xeynî Limburgê, ku tenê bi hişyariyek zer de ma bû, hişyariya asta porteqalî jî ji bo hemî seranserê welêt di birêve birin ê de bû. KNMI ragihand ku ew li bendê ne ku ji bo herêmên hundurîn di navbera 100 û 120 km/s de ba çêbibe. Ev cara çaremîn e ku koda hişyariya asta sor ji sala 2021an vir ve li Holandayê tê bikaranîn.[23]

Polonya[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Polonyayê di encamê de 4 kes ku 2 şofêrên otomobîlan û 2 rêwiyên wan hebûn jiyana xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn. Bahozê bi hezaran dar anîn xwarê û rê û veguheztina rêhesinî (bi giranî li Pomerania, Mazovia, Polonya Mezin, Warmia û Masuria) hate girtin. Zêdeyî 1.2 mîlyon mirov bê elektirîk man û zêdeyî 5 hezar avahî zirarê dîtin. Zêdetirî 180.000 bangên hawarçûnê û zêdetirî 25.000 bangên acîl, bi giranî li ser darên ku ketine, xetên elektrîkê yên qutkirî an banên zirar dîtinê pêk hat. Barîna baranê ya herî bilind di sibeha 19ê sibatê de li bendera Łeba ya Baltîkê bi hêza bayê 119 km/s û li çiyayê Śnieżka bi hêza bayê 162km/s hate tomar kirin.[24]

Keyaniya yekbûyî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hişyariyên hewayê yên ji bo ba, qeşa û baranê ji hêla Met Office ve ku piraniya Keyaniya Yekbûyî vedihewîne di 17ê Sibatê de hatin dayîn. Ji ber xetereya jiyanê ji ber bermahiyên firînê, li seranserê Wales û başûrê Îngilîstanê hişyariyên asta bilind a sor jî hebû, hate dayîn.[25] Kesên ku li peravên bakur ên Cornwall, Devon û Somerset ên li başûrê rojavayê Îngilîstanê dijîn, hatin hişyar kirin ku li benda lehiyê bin, ji ber vê yekê hişyariya asta sor a bilind li herêmê hate dayîn. Dibistan bi berfirehî hatin girtin. Ligel dezgehên giştî (mînak pirtûkxane), karûbarên radestkirinê derbasgehên deryayê hatine girtin.[26] Pira Humber, Pira Queen Elizabeth II û Pira Orwell hatin girtin; girtina pira Severn û pira Mîrê Welesê bû yekem car ku her du pirên Severn bi hevdemî têne girtin û yekem car pira Mîrê Wales ji ber bayê hat girtin. Pira Langstone sê saetan ji tirsa pêlên bilind girtî ma û rêya çûnhatina Girava Haylingê hate qutkirin.[27] Eunice li seranserê welêt herî kêm 360 mîlyon £ zirar da Brîtanyayê.[28]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Robinson, Matthew (17 sibat 2022). "Britons brace for Storm Eunice - the worst in over 30 years". The Telegraph (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 20 sibat 2022.
  2. ^ "The Met Office names two storms". Met Office (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 20 sibat 2022.
  3. ^ "Nearly 200,000 UK homes still without power after Storm Eunice". www.aljazeera.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 20 sibat 2022.
  4. ^ "KAA Gent - Seraing afgelast: storm rukt deel van dak Ghelamco Arena los". sporza.be (bi holendî). 18 sibat 2022. Roja gihiştinê 20 sibat 2022.
  5. ^ Reuters (19 sibat 2022). "Falling trees kill three as Storm Eunice hits the Netherlands". Reuters (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 20 sibat 2022. {{cite news}}: |paşnav= sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)
  6. ^ News, Flanders (18 sibat 2022). "Some rail services to be suspended due to storm". vrtnws.be (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 20 sibat 2022. {{cite web}}: |paşnav= sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)
  7. ^ NWS, VRT (19 sibat 2022). "Tweede dode in België na doortocht storm Eunice: man die zonnepaneel op hoofd kreeg in Gent is overleden". vrtnws.be (bi holendî). Roja gihiştinê 20 sibat 2022.
  8. ^ "DMI vil ændre navn på storm - vejrvært helt uenig - TV 2". vejr.tv2.dk (bi danmarkî). 15 sibat 2022. Roja gihiştinê 21 sibat 2022.
  9. ^ Korosec, Author Marko (17 sibat 2022). "Severe Weather Forecast for Europe - STORM EUNICE on February 18th, 2022". Severe Weather Europe (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 21 sibat 2022. {{cite web}}: |pêşnav= sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)
  10. ^ France, Connexion. "Storm Eunice: five French departments on orange alert for high winds". www.connexionfrance.com (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 18 sibat 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 21 sibat 2022.
  11. ^ "Tempête Eunice: la gare Lille-Flandres fermée après la chute d'une vitre". La Voix du Nord (bi fransî). 18 sibat 2022. Roja gihiştinê 21 sibat 2022.
  12. ^ "ZEIT ONLINE | Lesen Sie zeit.de mit Werbung oder im PUR-Abo. Sie haben die Wahl". www.zeit.de. Ji orîjînalê di 21 sibat 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 21 sibat 2022.
  13. ^ "Bilanz nach Orkan „Zeynep": drei Tote, riesige Schäden – und der nächste Sturm naht". www.rnd.de (bi almanî). Roja gihiştinê 21 sibat 2022.
  14. ^ "»Zeynep«: Sturm über Deutschland – zwei Tote bei Autounfällen". Der Spiegel (bi almanî). 19 sibat 2022. Roja gihiştinê 21 sibat 2022.
  15. ^ "Accident in Bremen: 55-meter construction crane falls into office building - "It looks devastating"". World Today News (bi îngilîziya amerîkî). 19 sibat 2022. Roja gihiştinê 21 sibat 2022.
  16. ^ a b "Status Orange wind warning issued for seven counties" (bi îngilîzî). 16 sibat 2022. {{cite journal}}: Ji bo journal parametreya |journal= hewce ye (alîkarî)
  17. ^ "Ireland weather updates for Storm Eunice: Schools to be closed in nine counties, with four under Status Red warning". independent (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 sibat 2022.
  18. ^ "Storm Eunice: Gusts of 137km/h noted as warning remains" (bi îngilîzî). 18 sibat 2022. {{cite journal}}: Ji bo journal parametreya |journal= hewce ye (alîkarî)
  19. ^ McGreevy, Ronan; Clarke, Vivienne; Kelleher, Olivia; Lucey, Anne; Forsythe, David; Hilliard, Mark. "Storm Eunice: Council worker dies in Wexford after being struck by falling tree". The Irish Times (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 sibat 2022.
  20. ^ Murphy, Ann (18 sibat 2022). "Tributes paid as county council worker killed by Storm Eunice is named". Irish Examiner (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 sibat 2022.
  21. ^ "Storm Eunice: Thousands still without power as weather warnings remain". BreakingNews.ie (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 sibat 2022.
  22. ^ "Galinga audra stipriausiai smogia pajūriui: Danė pasiekė kone stichines ribas, elektros dar neturi apie 14 tūkst. gyventojų". lrt.lt (bi lîtwanî). 19 sibat 2022. Roja gihiştinê 23 sibat 2022.
  23. ^ "Code Red alert issued for coastal provinces as Storm Eunice approaches". NL Times (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 24 sibat 2022.
  24. ^ "Cztery osoby nie żyją, setki tysięcy odbiorców bez prądu po wichurach". TVN Meteo (bi polonî). Roja gihiştinê 24 sibat 2022.
  25. ^ "Storm Eunice heads for UK and prompts danger to life warning". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 17 sibat 2022. Roja gihiştinê 27 sibat 2022.
  26. ^ "Storm Eunice: Record wind gust amid disruption". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 18 sibat 2022. Roja gihiştinê 27 sibat 2022.
  27. ^ Twîtter, Twîtter. "Malperê Twîtterê". Twitter (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 sibat 2022.
  28. ^ "Storm Eunice: Record wind gust amid disruption". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 18 sibat 2022. Roja gihiştinê 27 sibat 2022.