Here naverokê

Balafirgeha Madrid-Barajas

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Balafirgeha Madrid-Barajas
  • Balafirgeha navneteweyî
  • commercial traffic aerodrome Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Logoya Balafirgeha Madrid-Barajas
40°28′20″Bk 3°33′39″Ra / 40.4722°Bk 3.5608°Ra / 40.4722; -3.5608
DewletSpanya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
  • Barajas Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 22 nîsan 1931 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pêk tê ji
  • airport terminal (4) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rûerd
  • 2400 ha Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bilindahî
  • 610 metre Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Saet
  • Europe/Madrid Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.aena.es/es/adolfo-suarez-madrid-barajas.html Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Balafirgeha Adolfo Suárez Madrid–Barajas balafirgeha navneteweyî ya sereke ye ku ji bo Madrîdê, paytexta Spanyayê re xizmet dike. Bi berfirehî ya qada 7.500 hektarê ji hêla mezinahiya fîzîkî ve piştî Balafirgeha Charles de Gaulle ya li Parîsê balefirgeh duyemîn balafirgeha herî mezinê Ewropayê ye.[1] Di sala 2019an de, 61.8 mîlyon rêwiyan bi riya Madrîd-Barajas ve çûn, ku ew kir balafirgeha herî qelebalix a welêt û hem jî ya pêncemîn a herî qelebalix a Ewropayê.

Balafirgeh di sala 1931an de vebû û bûye yek ji girîngtirîn navendên hewavaniyê yên Ewropayê. Di nav sînorên bajarê Madrîdê de, ew 9 km ji navçeya darayî ya bajêr e. Navê balafirgehê ji navçeya cîran Barajas tê. Ev navçe him li ser heman xeta trenê ye ku ji balafirgehê re xizmet dike, him jî xwedî stasyona metroya xwe ye. Barajas wekî deriyê nîvgirava Îberî ji Ewropa û cîhanê re xizmet dike û di navbera Ewropa û Amerîkaya Latîn de girêdanek sereke ye. Piştî mirina serokwezîrê berê yê Spanyayê Adolfo Suarez a di 2014 de, Wezareta Karên Giştî û Veguhastinê ya Spanyayê[2] ragihand ku navê balafirgeh dê wek Aeropuerto Adolfo Suarez, Madrid–Barajas bê guhertin. Balafirgeh ji bo Iberia û Air Europa navendek bingehîn e. Ji ber vê yekê, Iberia ji 40%ê bi seyrûsefera Barajas berpirsiyar e. Li balafirgehê pênc termînalên rêwiyan hene: T1, T2, T3, T4 û T4S.

  1. ^ "Top 10 Biggest and Largest Airports in the World 2015". web.archive.org. 13 nîsan 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 13 nîsan 2016. Roja gihiştinê 27 tebax 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ "El aeropuerto de Madrid- Barajas pasará a denominarse Adolfo Suárez, Madrid- Barajas - Marzo - Sala de prensa - Ministerio de Fomento". web.archive.org. 24 adar 2014. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 24 adar 2014. Roja gihiştinê 27 tebax 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)