Barzan Şasiwar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Barzan Şasiwar, di sala 1957'ê de li Urmiyê hatiye cîhanê, pêşkeşvanekî televîzyonê ye.

Barzan Şasiwar li gundê Cuhiyê ser bi bajarê Urmiyê di sala 1957'ê de hatiye dinyayê û li gundê Rajanê mezin bûye. Medreseya xwe ya bilind li bajarê Urmiyê qedandiye. Li beşa Radyo ya Tehranê beşa kurdî wel çiroknivîs û leyistikvan çîroka şevê ku gelek nav kurdan da gelek hez lê dihat kirin xebat dikir. Piştî demekê Îran û Kurdistan bi cî hêla û koçberê welatê Swêdê bû. Bi destpêkirina yekêmîn TV'ya esmanî ya kurdî Med TV li beşa hunerî ya vê da bernameyek bi nave “Şaneşîn” rêxist ku di nav gelê kurd da ciyê xwe yê taybet girtibû. Barzan demekê di TV'ya Newroz ku li Stockholmê weşana xwe dike dixebitî. Barzan yek ji bernamevanê herî jêhatî di nav TV'yên kurdî de ye.

Çavkanî[biguherîne]

Barzan Sasiwar sala 1957 li gundê Rajanê hatiye dunayê.