MED TV

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Med TV hat beralîkirin)
MED TV
Destpêk15ê gulana 1995an
WelatLondon, Brîtanya
ZimanKurdî, tirkî, erebî, farsî, ingilîzî, suryanî
MalperMalpera MED TV li ser Arcive.orgê
Berdestî
Peyik
Hotbird 4

Med TV, yekemîn televizyona kurdî ya ser satelîtê bû.

Med TVê di 15ê gulana 1995an de dest bi weşana xwe ji bajarê Londonê kir. Med TVê rojane şeş saetan bi zimanên kurdî, tirkî, asûrî û erebî weşana xwe dikir û li Ewropa, Afrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn dihate temaşekirin. MED TVê bi vê yekê gaveke mezin di dîroka çapemeniya kurdî ya nûjen de avêt û sînorên di nav kurdan de bi riyeke modern, bi riya teknolojiyê rakirin.

Astengkirina weşana MED TVê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji destpêka weşana xwe da MED TV bi zextên dewleta tirk re rûbirû ma. Bêriya ku MED TV dest bi weşanê bikê, dewleta tirk ket hewldanan û MED TV bi propaganda nerast li ber çavê raya giştî û dewletên Ewropayê reş kir û weke televîzyona PKKê îlan kir. Paşê bi zextên li ser Almanya, Keyaniya Yekbûyî, Polonya, Spanya, Fransa û Portûgalê xwest MED TV bidê rawestandin. Di nîsana 1999an de Komisyona Serbixwe ya Televizyonê ya Brîtanyayê (Independent Television Commission, ITC) lîsansa MED TVê betal kir û weşana wê rawestand. Lê sê meh şûn de, di tîrmeha 1999an de Medya TV dest bi weşana xwe kir û cihê MED-TVê tijî kir.[1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Paul White (2000). Primitive Rebels or Revolutionary Modernizers? The Kurdish national movement in Turkey. Zed Books, London-New York.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]