Bavê Şiyarê Murşid

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Mihemed lawê nemir Xelîlê Mihemedê Murşidê Ehmedê Hec Qdûr (jdb. 1964 - m. 3ê tebaxa 2016an), bi Bavê Şiyar dihate naskirin, siyasetmedarê kurd bû ku di sala 1964an de li gundê Miskê Jêrîn, di hembêza malbateke welatperwer û aramxwaz û mirovdost de, çavên xwe li jiyanê hilaniye û hatiye dinê.

Jinenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bavê Şiyar birayê mezin yê serokê şaxa Hevpeymana Nîştimanî ya Demokratîka Sûrî li Cindirêsê, mamoste Abdurihman Xelîl Murşid û birayê rojnamevan Hozan Efrînî ku li Herêma Kurdistanê wek nûnerê Hevpeymana Nîştimanî ya Demokratîk a Sûrî dixebite bû. Her weha birayê Adnan bavê Roniyar û Hesen bavê Kurdistan û Kamîran bavê Aram û Rêzan bavê Xelîl û Îbrahîm jî ye. Birayê Mizgînê dêka Hisên li Çobana û Zêneb dêka Rodî li Çobana û Almaz dêka Xelîl li Kefirsefrê û Leyle dêka Ehmed li Almanyayê û Emîne dêka Abdurihman li Cindirêsê ye. Xwerziyê Endezyar Mihemed Delalê Hesenê Meyrk, Edhem, Nemir Bekir, Nemir Xelîl û Fedlî li gundê Keferdelê jorîn ê. Pismamê Esed Erif Murşi, Felemez, Qedûr, Mihemed û Rêber ê. Û lawê xalê Mihemed Hesen Bavê Kawa, mamoste Hesen Bavê Can, Ebdurihman Bavê Serxwebûn,Erif û Qehreman e.

Bîrdoz û alîgiriya ramyarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji bîr û ramana xwe ve alîgirê Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê bû û bi taybet girêdayî kar û xebat û siyasta serokê nemir Mam Celal bû. Tê bîra min ku ji salên heyştê ve, her roj radyoya xwe dixist ser pêla Dengê Gelî Kurdistan [DGK] û derdiket ser xanî û dengê radyoyê pir bilind dikir. Serbarî ku ti kadro an jî ti jêderekî ser bi YNKê bi nemir Bavê Şiyar re neketibûn têkeliyan, lê wî ji ber hezkirina xwe ji kesayetiya Mam Celal ve, xwe wek endamek û alîgirekî pir bihêz û dilsoz ê YNK û Mam Celal didî. Malbat ligel Bakur û ew jî ligel Başûr bû.

Di wê demê de, malbat bi piranî alîgirên bizava rizgarîxwaza kurd ya Bakurê Kurdistanê bûn, lê Bavê Şiyar bi tenê alîgirê Bizava Başûrê Kurdistanê û YNKê bi taybet bû. Bavê Şiyar her beiya ku hevjîntî bike jî, jê re digotin Bavê Şiyar û dema ku hevjîntî kir û lawê xwe hte dinê, nav lê kir Şiyar. 

Bavê Şiyar kesayetiyekî pir aram û xêrxwaz û dil pak bû. Lê carna jî pir bi hêrs dibû, bi taybet dema ku li hember aloziyan bê çare dima. Ji gelê xwe, hevalên xwe, malbata xwe û doza gelê xwe pir hez dikir. Kesekî pir hiş vekirî bû.

Bo nûmona di barê mîkenîk û teknîk de gelek şareza bû. Di dibistana xwe de her dem yekemîn bû. Lê ji ber ku ew lawê mezin bû, bavê min ê nemir Xelîl ji Bavê Şiyar xwest ku dest ji dibistanê berde û alîkariya wî di karûbarên rêvebirina mal û milk de bike. Ji ber ku xwedî dar û milkekek pir bûn. Ji ber wê mijarê birayê min yê nemir Bavê Şiyar dest ji xwendina xwe ya pola 7an li Navendiya Cindirêsê berda.

Lê piştî derbasbûna çend salan hindî ji xwendinê hez dikir, her limal û bi awayekî azad ji bo ezmûna pola 9an xwe tomar kir û tê bîra min bi pileyên baş serketin bi dest anî. Lê helûmercên malê li sr wî hatibûn sepandin ku nneçe dibistanê. Nemir Bavê Şiyar 3 caran hevjîntî pêkaniye.

Keçkek ji jina duyemîn heye bi navê Hêvîn û xwendina xwe ya Karûbarên Rêvebirî bi dawî kir û di proseya hilbijatrinên komînan qonaxa yekemîn de, wek nûnera Hevpeymana Nîştimanî ya Demokrata Sûrî hate hilbijartin û endama Desteya Cêbicêkar ya Hevpymana Nîştimanî ya Demokratîka Sûrî ye.
Her weha ji jina xwe ya sêyemîn ku ji Çobana ye, Hemîde Hemo xwedî 2 keçkaye; Şêrîn û Rolav û yek law bi navê Şiyar heye. Nemir Bavê Şiyar di roja ku serokê nemir Mam Celal wek serokkomarê Êraqê hate hilbijartin, ji min re telefon kir û got; Pîroz pîroz li tevahiya gelê kurd, ma min beriya 20 salan ji we re nedigot ku serok Mam Celal rêber û mezinê kurda ye. Min nedigot ku ewê bibe nûnerê kurda di siyaet û diplomasiyê de. Min dema ku berevanî li Mam Celal dikir û jê hezdikir ji i boşiyê bû.

Mam celal serê gelê kurd pir bilind kir. Bi nêrîna Bavê Şiyar ewe ku bi nexeşkeftna Mam Celal rewşa Başûrê Kurdistanê wê pir were guhertin û wê ne li berjewendiyên gelê kurd be mixabin. Nemir Bavê Şiyar digot; di asta hemû Êraqê de tenê Mam Celal şoreşgerekî xwedî berwanameya parêzerî rasteqîne ye ku bi erk û hêza xe bi dest xistiye û di xizmeta gelê xwe û doza rewa de bi kar aniye.

Eger rewşa tenduristiya Mam Celal divê qonaxa hestyar de zûh baş nebe,wê rewşa doza kurd li Başûrê Kurdistan û Êraqê pir xerap bibe û ti kes jî wê nikaribin wek berê biparêzin. Ji ber ku hebûna Mam Cell li QesraAştiyê ya Bexdadê, tê wê wateyê ku Herêma Kurdistanê aram û parêzrawe û eger Mam Celal ne li wir be, tê wê wateyê ku êdî rewşa ewlehiya Herêma Kurdistanê ne arame. 

Nemir Bavê Şiyar pir dûr û hûr şiroveyên xwe dikir û rastiya şirove û nérînên wî pir pêkdihatin. Rewşa Bavê Şiyar ya dawî Bavê Şiyar piştî têkçûna rewşa Helebê mala xwe anî gundê Miskê.

Ji ber neliheviya rewşa aborî di dawiya 2013an de derbasî Stenbolê dibe û di nûsîngeheke kirêdana xanî û kirîn û firoştina zeviyan de dest bi kar kiribû. Xwediyê nûsîngehê endamê HDP`ê bû. Gelek jê razî bû. Lê ji nîşkave rastî werema guhê dibe û roj bi roj lê giranbû. Çiqas birin diktoran û bijîşkan ti çare jê re nebû. Di encamê de, di roja 3ê tebaxa 2016an de jiyana xwe ji dest da û vegerandin gundê Miskê û li goristana gund bi axê hat spartin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]