Here naverokê

Miskê Jêrîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Civîneke xelkê Miskê

Gundê Miskê, gundekî ser bi bajaroka Cindirêsê li hemberî Çiyayê Lêlûn ya kantona Efrînê (Çiyayê Kurmênc) li Rojavayê Kurdistanê ye.

Gundê Miskê, bi xwe du gund in, ya Jorîn û ya Jêrîn heye. Lê niha herdu gund gihîştine hevdu, ji ber berferehbûn û mezinbûna hejmara xelkêln wê gûndî. Miskê cihê wê li bakurê bajaroka Cindirêsê bi qasî 6 km re, û ber kaşe, derdora wê hemû bax û darên zeytûnê ne.

Her weha gundê Çeqelê Cûmê li rojhilat e û Xelta jî li bakur-rojhil e û Kora jî li rojavayê wê ye û Gorda û Çobana jî li roja-bakurê wê ne û Sindiyankê jî li başûrê wê ye û Qîlê û Bircikê jî li başûr-rojhilatê wê ne.

Ew herdu gund ji sê malbatên sereke pêkhatiye ku malbata Hesenê Hisoyê Gulkê û malbata Mehmedê Murşid (Hec Qedûr) û malbata Hiskê û Reşkê. Her weha hinek malbatên dî jî li wan herdu gundan nîştecîh bûne wek Mala Mistî û mala Abas û Mangawî û Edê ku bi regez ereb in. Ew herdu gund, karên keştûkaliyê dikin û di serî de, zeytûn û henaran û her weha karên bazirganî jî dikin.

Her weha Zimanê ku zêde tê axiftin zimanê kurdî zaravayê kurmancî ye.

Miskê Jêrîn ji van malbatên sereke pêk tê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]