Baweriyên batil ên kurdan (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Baweriyên Batil ên Kurdan pirtûkeke kurdî ye.

Amadekarên pirtûkê Mustafa Gazî û Ahmed Bengîn e. Ev pirtûka hanê pirtûka yekem ya Enstîtuya Kelepora Kurdî li Silêmanî ye ku bi tîpên latînî li Stembolê çap kir û her weha di warê xwe de pirtûka pêşîn e ku li bakurê Kurdistanê li ser bîr û baweriyên batil ên kurdan hatiye weşandin. Bîr û baweriyên ku di pirtûkê cih digirin bi piranî ji herêma Diyarbekir û Qerecdaxê hatine berhevkirin, tevî vê yekê yên ji herêma Şirnex û Cizîrê jî cih digirin. Bîr û bawerî li gorî babet û cureyên wan hatine kategorîzekirin. Wekî bîr û baweriyên li ser bêyomî, xêr û bereketê, bîr û baweriyên li ser çavînîbûn û çareyên pûçkirina wê, yên li ser cinan û çareyên dûrxistina wan, yên li ser bûk û zavatiyê, yên li ser nîşaneyên hatina mêvanan, yên li ser çilê jinan û zarokan, yên li ser jinên ducan, yên li ser balûkan, yên li ser warên cur bi cur û bîr û baweriyên li ser xewnan. Çapa yekem 1000 heb çap bûye.

Nasnameya Pirtûkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]