Behmen Qubadî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Behmen Qubadî
Behmen Qubadî li 57emîn Festivala Donostia-San Sebastiánê, 2009
Navê rastî
بهمن قبادی Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn1ê sibata 1969an(1969-02-01) (55 salî)
HevwelatîÎran Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • University of Islamic Republic of Iran Broadcasting Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Xelat
  • Index Award (2006) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.mijfilm.com/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Behmen Qubadî (jdb. 1'ê reşemiyê 1969, Bane) derhênerekî fîlman ê kurd e.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Behmen Qubadî li 54emîn Festivala Donostia-San Sebastiánê (li Welatê Baskî), 2006

Behmen Qubadî di sala 1969'an de li bajarê Baneyê, li rojhilata Kurdistanê hatiye dinê. Di dema perwerdebûna xwe de di radyoyeke de xebitî. Di 12 saliya xwe de li bajarê Sineyê bi amatorî tevlî koma derhenerên filman bû û bi wan re kurtefîlm çêkir. Piştî li Tehranê Dibistana Bilind ya Weşan û Çapemeniyê qedand, dest bi wênekêşiya Sanayiyê kir.

Di navbera salên 1995-1999 derhêneriya 10 kurtefîlmên ku di pêşbaziyên netewî û navnetewî de xelat stendiye, kir. Yek ji van fîlma Jiyana li Mijê di Festîvala Clermont-Ferrand (li Fransa) Xelata Juriya Taybet stend.

Di sala 1999 di fîlma derhêner Abbas Kierostamî ya "Ba wê me hilde" asîstantiya sereke kir û di fîlma Samira Makhmalbaf ya Textê Reş de jî yek ji rolên sereke lîst.

Fîlma Qubadî ya Dema Hespên Serxweş di sala 2000'î de di Festivala Cannesê ya Filmê de Xelata Kamereya Zêr, Xelata Sînemaya Ciwan û xelata PIPRESCI girt.

Fîlmnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fîlm Sal
Golbaji 1990 Kurtefîlm
A Glance 1990 Kurtefîlm
Again Rain with Melody 1995 Kurtefîlm
Party 1996 Kurtefîlm
Like Mother 1996 Kurtefîlm
God's Fish 1996 Kurtefîlm
Notebook's Quote 1996 Kurtefîlm
Ding 1996 Kurtefîlm
Life in Fog 1997 Kurtefîlm
The Pigeon of Nader Flew 1997 Kurtefîlm
Telephone Booth 1997 Kurtefîlm
Dema Hespên Serxweş 2000
Awaza Dayîka Niştiman 2002
War is Over 2003 Kurtefîlm
Daf 2003 Kurtefîlm
Kûsî Jî Dikarin Bifirin 2004
Nîvê Heyvê 2006
No One Knows About Persian Cats 2009
Rhino Season (Demsala Kerkedanan) 2012
Words with Gods 2014
A Flag Without a Country 2015 Belgefîlm
Çar Dîwar 2021

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]