Here naverokê

Beniya tiriyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Beniya tiriyan
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Beniya tiriyan yek ji şêraniyên herî navdar ên kurdan e û ji dimsê tiriyan tê çêkirin.

Demsala çêkirina beniyan di cotmehê de bi komkirina tiriyan dest pê dike û heta dawiya payîzê berdewam dibe. Beniyên ku bi awayekî xwezayî tên çêkirin di sala 2018an de ji aliyê Saziya Marka û Patentê ya Tirkî ve hatiye tomarkirin.

Ji rezan tiriyê cor bi cor tê komkirin ku karê destpêkê yê çêkirina beniyan e. Doşava tirî ligel axa sipî yê ku taybetiyeke herêmê ye tê kelandin û ji bo çêkirina gebûlê tê amadekirin. Doşav tê parzin û ligel ard careke din tê kelandin. Herî dawî jî gûzên bi ben hatine vekirin sê an çar caran bi vê gebûlê tên seyandin.

Her çiqas amadekirina beniya tiriyan bi zehmet be jî (komkirina tirî, bi ben vekirina gûzan, kelandina gebûlê û her wiha), daxwaz her ku diçe zêde dibe. Bi rêya veguhestina wan kesên koçî welatên Ewropayê kirine, êdî li Ewropayê jî tê naskirin û tê daxwazkirin.[1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Li Xarpêtê demsala çêkirina beniyan dest pê kir". Rudaw.net. 14 îlon 2022. Roja gihiştinê 2ê hezîranê 2024. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |roja-gihiştinê= (alîkarî)CS1 maint: url-status (lînk)