Bextiyar Elî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Bextiyar Elî romannivîs, helbestvan û ronakbîrekî kurd e.

Yek ji damezrênerên kovara Rehendê ye. Yekemîn romana wî bi navê Mergî Taqaney Duwem (Mirina Tekaneyê Duyem), di sala 1997an de li Swêdê hat weşandin.

Bextiyar Elî, li bajarê Silêmaniyê di sala 1960an de ji dayik bûye. Li Silêmaniyê xwendina seretayî li dibistana Şêx Selam qedandiye, dû re li dibistana navendî ya Ezmir xwendiye, qonaxa amadeyî jî li dibistana amadeyî ya Helkewt xilas kiriye. Li Zanîngeha Silêmaniyê û pişt re li Hewlêrê, di fakulteya zanistî ya Zanîngeha Selahedînê di beşê Zevînasîyê de xwendekar bû, lê xwendina xwe ya zanîngehê xilas nekir.

Di sala 1983an de, di xwepêşandanên zanîngehê de birîndar dibe û ew dixin zindana rijêma Bees. Paşê dev ji zanîngehê berdide û ji wê salê bi şûn de bi tevahî xwe ji bo karê edebiyatê terxan dike. Kevintirîn berhema wî ya belavkirî ku di sala 1983an de nivîsandiye helbesta Niştiman e ku piştî 9 salan di dîwana Guneh û Karneval de tê çapkirin. Di rojên destpêka Raperîna 1991an de, bi çend nivîskarên din re hejmareke kovara Azadî ku pênc hejmar jê derdikevin, belav dike. Di sala 1992an de yekemîn dîwana xwe bi awayekî sade û seretayî û bi tîrajeke kêm çap dike. Di navbera salên 1992-1994an de, hejmareke zêde ya panel û semîneran li Hewlêr û Silêmaniyê pêşkêş dike.

Di salên 1980yan de, Bextiyar Elî hejmareke helbestên dirêj dinivîse, weke “bajar”, “guneh”, “karneval” û çend helbestên din. Destnivîsa yekem a romana Mergî Taqaney Duwem jî vedigere wê heyamê. Di payiza sala 1989an de, gotara xwe ya yekem di rojnameya paşkoya Iraqê de belav dike.

Piştî derketina şerê navxwe di Îlona 1994an de, ji Kurdistanê bar dike û berê xwe dide Sûriyê, piştî neh mehan ji jiyana li Şamê diçe Almanyayê û heya sala 1999an li bajarê Frankfurtê bicî dibe. Di sala 1998an de romana Êwareyî Perwane dinivîse. Ji sala 1999an ve li bajarê Kölnê rûdine.


Xelat[biguherîne]

Berhem[biguherîne]

Helbest[biguherîne]

  • Gunah û Kerineval, (Guneh û Karneval), 1992
  • Bohîmî û Estêrekan, (Bohemî û Stêrk)
  • Koyî Berheme Şê'rîyekan 1983-1998 (Tevahiya Berhemên Helbestan 1983-1998)
  • Îşkrdin le Daristanekanî Fîrdews da (Karkirin di Daristanên Firdewsê de)
  • Ta Matemî Gul... Ta Xwênî Frîşite - Koyî Berheme Şî'riyekan 1983-2004, (Heta Şîniya Gulan... Heta Xwîna Firîşteyan (Tevahiya berhemên helbestan 1983-2004)
  • Eyî Benderî Dost.. Eyî Keşitî Dujmin

Roman[biguherîne]

  • Mergî Taqaneyî Dûwem, 1997, (Mirina Tekanê Duyem),
  • Êwareyî Perwane, 1998, (Êvara Perwaneyê), Bi kurmancî :2012, Weşanên Avestayê
  • Duwahamîn Henarî Dunya, 2002, (Hinara Dawî ya Dinyayê), Bi kurmancî, 2017, Weşanên Avesta
  • Şarî Mosîqare Spîyekan, 2006, Bajarê Muzîkjenên Spî
  • Xezelinûs û Baxekanî Xeyal, 2008, (Xezelnivîs û Baxên Xeyal)
  • Koşkî Balinde Xemgînekan, 2009 (Qesra Balindeyên Xemgîn), Bi kurmancî, 2014, Weşanên Avestayê
  • Cemşîd Xanî Mamim: Ke Hemîşe Ba Legel Xoyda Deybird, 2010, (Apê Min Cemşîd Xan: Ku Herdem Bê Ew Bi Xwe Re Dibir) Bi kurmancî, 2012 Weşanên Avestayê
  • Keştîyî Frîşitekan - 1, 2012, (Keştîya Ferîşteyan - 1)
  • Keştîyî Frîşitekan - 2, 2013, (Keştîya Ferîşteyan - 2)
  • Hewrekanî Daniyal, 2015, (Ewrên Daniyel)
  • Keştîyî Frîşitekan - 3, 2017, (Keştîya Ferîşteyan - 3)

Berhemên Hizrî[biguherîne]

  • Welam Le Rojgarî Winbûnî Pirsiyar da - Siyazde Çawpêkewtin Legell Bextiyar Elî, (Bersiv di serdema windabûna pirsiyarê de - 13 hevpeyvîn bi Bextiyar Elî re)
  • Îman û Cengaweranî, (Îman û Şervanên Wê)
  • Xwênerî Kuşinde - Komelle Witar, (Xwînerê Kujende - Komgotar)
  • Le Diyarewe Bo Nadiyar
  • Çêjî Mergdostî
  • Wek Ballindeyi Naw Cengelle Tirsinakekan
  • Sêwî Sêhem, 2009 (Sêva Sêyem)
  • Awrrekeyi Orfiyus
  • Cwaniyekanî Narrêkî
  • Nersîsî Kujraw

Girêdanên Derve[biguherîne]