Bextiyar Rehmanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Futboler Bextiyar Rehmanî (2014)

Bextiyar Rehmanî lîstikvanekî kurd e[çavkanî pêwîst e]. Bextiyar di warê fûtbolê da dixebite û lîstikvanekî pir hêja ye ku li Rojhilatê dijî. Bextiyar kaptanê tîma Fûladê Xûzistanê ye ku di Lîga Xelîcê Fars a herî bilind a futbola Îranê da dilîze. Tîma wî tîmeke serkeftî ye û şampiyonî jî bidest xistine. Bextiyar di sala 1385 a rojî da kete tîma ciwanên Fûladê û paşê di temenê 17 salî yê da hate tima mezina Fûladê û hin ji di wê tîmê da ye.

Jiyana Bextiyar[biguherîne]

Ew di sala 1368 rojî da li rojhilatê li bajara Serpêlzehawê hate dinê. Bavê wî nasnameya wî du salan kêmtir ji temenê wî stadiye ku di nasnameyê da ew di sala 1370 da ji dayîk bûye. Bextiyar gelekî elaqa wî bi muzîk û hunermedî yê heye û çend sitran ji gotîne. Ew niha bi hevsera xwe ve li Ehvazê dijîn.

Futbola wî[biguherîne]

Bextiyar futbol xwe di erdên axî da dest pê kiriye ji zaroktiyê da. Di sala 1385 rojî da ew di lîstika navbera nûciwanên Fûlad û tîma Zagrosê da bala berpirsyara kişand ser xwe paşê çû tîma ciwanan û piştî salekî çû tîma sereke a Fûladê da hal kû hîn 17 salê wî he bû.

Bextiyar di tîma neteweyî da[biguherîne]

Bextiyar di sala 1383 rojî da çû tima zarokan û paşê çû tîmên û rêzeyên jorîn da lîst. Ew di ciwaniya xwe da çû bû kaptanê tima neteweyî ya ciwanan û paşê ji ber ku şayiye kirin ku Bextiyar konserk pêk anî ye ji timê hat derxistin lê ew xwe vê red dike û paşê dîsa vegeriya. Bextiyar di tîma neteweyî ya mezinan li Îranê ji bo cara yekem di lîstika hevalane li hemberî koveytê di sala 1392 rojî da çû meydanê.

Şanazî û rekordên wî[biguherîne]

Ciwantirîn golvanê di maçeka fermî da di temenê 17 salî yê da; ciwantirîn kaptanê lîga Îranê di temenê 22 salîyê da. Duyemîn golvanê lîga Îranê da 25 gol şampiyonî di tornomêta hevalane a qeterê da 2013 da ligel tîma Omîd û herwîha Bextiyar di kasa cîhanê da di sala 2014 da ji ligel tîma neteweyî ya Îranê bû.

Çavkanî[biguherîne]