Black Mirror
Black Mirror (Neynika Reş) | |
---|---|
![]() | |
Cure | Antolojî Honaka zanistî |
Hejmara sezonan | 5 |
biguherîne ![]() |
Black Mirror (bi kurdî: Neynika Reş) rêzefîlmeke antolojiyê ya honaka zanistî ya brîtanî ku ji aliyê Charlie Brooker ve hatiye afirandin. Brooker û Annabel Jones wek çêkerên rêzefîlmê dixebitin. Rêzefîlm tehlîla civaka nûjen dike, nexasim di derheqê encamên nehêvîkirî yên teknolojiyên nû de. Beşên rêzefîlmê serbixwe ne û bi gelemperî di demeke alternatîf an jî paşerokeke nêzîk de derbas dibin. Atmosfera beşan gelek caran nediyarî û hîcîwî ne, dîsa jî hin ji wan ezmûnî û siviktir in.[1]
Rêzefîlm di Channel 4ê ya kanalê brîtanî de di kanûna pêşîn 2011an de hatiye pêşnîşandan. Piştî zêdebûna katalogê di kanûna pêşîn a 2014an de, ji aliyê Netflix ve di îlona 2015an de hatiye kirîn. Netflixê 12 beşan sîparîş dan û paşhingê wan beşan wek sezona seyem di 21 çiriya pêşîn 2016an de û sezona çarem di 29 kanûna pêşîn 2017an de, derketiye. Fîlmekî înteraktîv ya serbixwe bi sernava Black Mirror: Bandersnatch di 28 kanûna pêşîn 2018an de derketiye. Sezona pêncem bi sê beşan di 5 hezîran 2019an de derketiye. [2]
Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- ↑ https://en.wikipedia.org/wiki/Black_Mirror
- ↑ Strause, Jackie (15 May 2019). "'Black Mirror' Reveals Cast, Premiere Date for Season 5". The Hollywood Reporter. Ji orîjînalê di 15 May 2019 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 15 May 2019.