By-pass
By-pass | |
---|---|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
By-pass wekî peyv tê wateya piredanînê û di dilnasiyê de navê cureyekî niştergeriya dil a vekirî ye.
Vekirî ango, laş tê jêkirin/vekirin. Di nexweşiya bixetere ya mirina masûlkeyên dil ango înfarkta dil de piştî nirxandina rêbazên din, wekî çareya dawî tê kirin. Pirranî bijîşk berê rêbazên din diceribînin.
By-Pass niştergeriyek e. Anesteziya giştî tê kirin. Pirranî dil di operasyonê de didin sekinandin. Dema ku dil sekiniye, makîneyek peywirdariya dil-pişik-gurçikê (DPG) dike. Hin cureyên by-pass bêî sekinandinê jî tên kirin.
Ji demarên ven yên di hêt an milê de ne tên jêkirin û bi demarên koronar ên ku êdî bikêrnayên ve tên dirûtin. Paşê dil dîsa tê xebitandin û cihê operasyonê tê vegirtin.
Bijîşk berê rêbazên wekî tenikkirina xwînê, implantasyona Stent hwd diceribîne heger riyeke din nebîne, by-pass dike.
Piştî by-pass nexweş dikare di nava şeş hefteyan de heger komplîkasyonên giran nebin, jiyana xwe bidomîne. Li vir rola mezinahiya ziyana înfark da dil girîng e. Heger înfark tê cihekê mezin ji dil kuştibe, ritma dil xiravkiribe hwd saxbûn dereng û dijwar dibe.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |