Dilnasî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Dilnasî an kardiyolojî parek ji pizişkîyê ye ko babetê wê veniyasîn û çaresera nexweşîyên dilî û koendamê gerra xwînê ye. Dilnasî pisporîyeka pizişkîyê ye ko nakeve ber pênaseya neştergerî anko cerrahîyê. Anko, çavdêrî û sexbêrî ya nexweşan bi dermanan û guhartina şêwazê jîyanê dike. Bi rengekî dikare bihêt gotin ko zanistê dilnasîyê li sala 1628ê, ji William Harvey, pizişkê Ingilîz dest pê dike. Şiroveya dirist ya herî pêşîn ya gerra xwînê ya wî bû. Her çend e ko gerra xwînê girêdayî xwînê ye, lê zanistê xwînnasîyê (hematolojî) ne girêdayî dilnasîyê ye û bi tena serê xwe pisporîyeka dî ya pizişkîyê ye.