Cameron Diaz
Cameron Diaz | |
---|---|
Jidayikbûn | 30ê tebaxa 1972an |
Hevwelatî | Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê |
Perwerde | Zanîngeha Bangalore |
Pîşe | Lîstikvan, nivîskar, hilberîner, model |
Salên çalak | 1990–2016 |
Xebat | |
Bejn | 174 m (570 ft 10+1⁄2 in)[1] |
Hevjîn | |
Partner | |
Zarok | 1 |
Dê û bav | |
Xelat | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Cameron Michelle Diaz (jdb. 30ê tebaxa 1972an) lîstikvanekî amerîkî ye ku di heman demê de nivîskar, hilberîner û model e. Cameron Michelle di kariyera xweya lîstikvaniyê de demên destpêkê di komediyan de û di heman demê de di fîlimên dramatîk de hate naskirin.
Di nav xelatên wê de çar namzetên Xelata Zêrîn Gilobe, sê namzetên Xelata Guild Screeners , û Xelata Rexnevanên Fîlimê ya New York hene
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Cameron Diaz di 30ê tebaxa 1972an de li San Diego hate dinê. Diaz, keça bavekî kubayî û dayikek amerîkî ye ku ji nijada brîtanî, germenî û çerokî ye.[2] Di 16 saliya xwe de bi Ajansa Model Elite re peymanek îmze kir. Serkeftina wê ya di modelê de bû sedem xebata wê ya modeltiye li Japon, Awistralya, Fas û Parîsê. Di kovarên wekî Mademoiselle û Seventeen de hate rojevê û beşdarî kampanyayên reklamkariyê yên ji bo pargîdaniyên mezin ên wekî Calvin Klein, Coca Cola û Levisê. Di sala 1994an de, wê kariyera xwe ya fîlimê di komediya çalakiyê ya bi navê "Mask" de ku Jim Carrey jî tê de rol wergirtiye bidest xist. Tevî ku tecrûbeya wş ya lîstikvaniyê tinebû jî, ji bo rola alîgir a li fîlm, destûr ji wê re hat dayîn ku beşdarî darizandinan bibe. Piştî 12e car bîrdariyê biryar hat dayîn ku rola pêşenga jin Tîna Carlyle bilîze.
Diaz, piştî ku di fîlma "Mask", di fîlmê "Suppîva Dawîn" de lîst. Di fîlmê de rola jina ciwan a ku evîndarê birayê zilamê ku wê li ber bi zewacê ye, dilîze. Di fîlima "Feeling Minnesota" de, ew bi Keanu Reeves re rol wergirdigire. Cameron Diaz, bi vê fîlimê de nekarî serkevtinek baş a ku dixwest bi dest xwe bixe. Paşê ew bi Edward Burns re di fîlmê "Head Above Water" de û bi Harvey Keitel re di fîlmê "She's the One"" de lîst. Diaz, ji aliyê rexnevanên lîstikvaniya be, yek ji stêrkên pêşerojê hate diyarkirin. Di rolêngirtina fîlima "Head Above Water" de biryar da ku karê xwe di fîlimên ya bazirganî de bidomîne.[3][4]
Lîstikvana ciwan, ku bi Julia Roberts re di komediya romantîk "Zewaca Hevalê Min Ya Baştirîn" re bû. Bi performansa xwe ya di vî fîlimî de serkevtinên baş bidest xist û roj bi roj zêdetir hate naskirin. Piştî "Daweta Hevalê Min Ya Xweş", ew bi Ewan McGregor re di fîlima "Jiyanek Kêmûzayî ya Jiyan" a Danny Boyle ya 1995an de lîst. Diaz, yê ku La Torre terikand, ew di heman salê de bi Matt Dillon re di fîlima 1998an de "Di derheqê Meryemê de Tiştek Heye" lîst, têkiliyek evînî ya sê-salî dest pê kir.[5][6]
Fîlmografî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Fîlmên wê | |||
---|---|---|---|
Sal | Nav | Rol | |
1994 | The Mask | Tina Carlyle | |
1995 | The Last Supper | Jude | |
1996 | She's the One | Heather | |
1996 | Feeling Minnesota | Freddie Clayton | |
1996 | Head Above Water | Nathalie | |
1997 | Keys to Tulsa | Trudy | |
1997 | My Best Friend's Wedding | Kimberly Wallace | |
1997 | A Life Less Ordinary | Celine Naville | |
1998 | Vegas'ta Korku ve Nefret (film) | Xebatkarê Tvyê | |
1998 | There's Something About Mary | Mary Jensen | |
1998 | Very Bad Things | Laura Garrety | |
1999 | Man Woman Film | Random Celebrity | |
1999 | John Malkovich Olmak | Lotte Schwartz | |
1999 | Kazanma Hırsı | Christina Pagniacci | |
2000 | Things You Can Tell Just by Looking at Her | Carol Faber | |
2000 | Charlie's Angels | Natalie Cook | |
2001 | The Invisible Circus | Faith | |
2001 | Shrek | Prenses Fiona (dengdan) | |
2001 | Vanilla Sky | Julianna 'Julie' Gianni | |
2002 | The Sweetest Thing | Christina Walters | |
2002 | My Father's House | The Girl | |
2002 | Azınlık Raporu (film) | Woman on Metro | |
2002 | New York Çeteleri | Jenny Everdeane | |
2003 | Shrek 4-D | Prenses Fiona (dengdan) | |
2003 | Charlie's Angels: Full Throttle | Natalie Cook | |
2004 | Shrek 2 | Prenses Fiona (dengdan) | |
2005 | In Her Shoes | Maggie Feller | |
2006 | The Holiday | Amanda Wood | |
2007 | Shrek the Third | Prenses Fiona
(dengdan) | |
2007 | Shrek the Halls (TV) | Prenses Fiona (dengdan) | |
2007 | The Box | ||
2008 | What Happens In Vegas | ||
2009 | My Sister's Keeper | Sara | |
2010 | Shrek 4 | Prenses Fiona
(dengdan) | |
2010 | Knight and Day | June Havens | |
2011 | The Green Hornet | Lenore Case | |
2011 | Bad Teacher | Elizabeth Halsey | |
2012 | What to Expect When You're Expecting | Jules Baxter | |
2014 | Sex tape | Annie |
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Smith Caroline J. Cosmopolitan Culture and Consumerism in Chick Lit. New York: Routledge. r. 154. ISBN 978-0-415-80626-8.
- ^ "Cameron Diaz's Family Pays Tribute to Her Father". PEOPLE.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 7 kanûna pêşîn 2020.
- ^ "Girl, interrupted". The Telegraph (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 7 kanûna pêşîn 2020.
- ^ Stein, Joel (22 îlon 2009). "Heroes of the Environment 2009 - TIME". Time (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 7 kanûna pêşîn 2020.
- ^ "Cameron Diaz's father succumbs to pneumonia". archive.is. 2 tîrmeh 2012. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 2 tîrmeh 2012. Roja gihiştinê 7 kanûna pêşîn 2020.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Becoming ... Cameron Diaz". PEOPLE.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 7 kanûna pêşîn 2020.