Here naverokê

Canbolad

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Canbolad (romikî: Canpolat) navê ezbetek Kurdan a arîstokratan e.[1]

Ala feodala ezbeta Canpolatan ji serdema navînê de.

Ev malbat cara ewil, piştî hilweşandina mîrgeha Kilîsê, di sedsala 16'emîn dertêye şanoya dîrokê. Gava ku mîrê Kilîsê yê dawîn bêzuriyet dimire, osmanî rêveberiya vê mîrgehe teslîmê mîr Mihemmed dikin, ê ku gengaz e ji malbata Melîkên Hisnekêfê bibûye.