Mîrektiya Kilîsê
Mend an Mîrgeha Kilîsê (1260-1847) mîrgeheke Kurd li herêma Kilîsê, Dilok, Efrîn û Heleb bû ye[1].
Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Gotara bingehîn: Dîroka Kurdistanê
Gôrê Şerefname ya Şerefxan ev mîrgeh ji Menteşe, ê ku di sedsala 11'mîn de ji devera Colemêrg hatî bû ye Kilîsê ve hatî bû damezirandin[2]. Du birayên Meteşe hebûne. ji vanan yek Şemsedîn, damezrînerê mîrgeha Şemsoyan Colemêrg , û yek jî Badînan damezrîner mîrgeha Behdînan, bû ye. Mîrê vê mîrgehê inwana Mend girtî bû ne[3]. Bi danûstandinên rind yên ligel xanedana Eyûbiyan vê mîrên vê mîrgehê karibûne erdnîgara fermandariya xwe berebere ji Kilîs û Cûmê li alîye Helebê û Elbistanê fireh bikin. Paşê Eyûbiyan Mirên Kilîsê dikin Mîrên Mîran ên Heleb û Şamê. Piştê hilveşandina dewlata Eyûbiyan mîrên mendî serweriya Memlûkan dabiland nekin û di şerê Împeratoriya Osmanî ê hember Memlûkan de li hember Memlûkan şer dikin. Wê demê li Kilîsê mîr Şêx Îzedîn mîritiye kirî bû ye[4]. Piştê dîlovanîya wî ev mîrgeh derbasê destê sulala Canbolatan dibe, ji ber ku kurên Şêx Îzedîn tunebûne.
Mîrên Kilîsê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Mend (1260-1277)
- Ereb (1277-1301)
- Cemal (1301-1344)
- Ehmed (1344-1351)
- Habîb (1351-1388)
- Kazim(1388-1421)
- Şêx Îzedîn (1421-1467)
- ...
Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- ↑ Kurdica: Mîrên Kilîsê (almanî)
- ↑ Dr. Rashow, Khalij J. Mîrgeha Shêxên Shingal û Kilîs. Lekonîn 7, r. 23
- ↑ Mend heta îro jî navê kasteke şêxan di nava Kurdên Êzidî de ye. bb. Bois, Thomas. L´âme des Kurdes á la lumiére de leur folklore (Dt. Übersetzung: Yekta Geylanî, kurdische Volksdichtung) 1985 Bonn.
- ↑ Balkêş e ku navê êla Kurdên Kilîsê ya ku nuha tevahî asîmîle bû ye, heta sedsala 20'min Şêx Îzedînî bû. Winter, Stefan. Kurdên li Sûrî di neynika çavkaniyên arşîvî de.