Mîrektiya Qûçanê
(Ji Mîrgeha Qûçanê hat beralîkirin)
Gotara bingehîn: Dîroka Kurdistanê

Mîrgeha Qûçanê an îlxaniya qûçanê yek ji mîrneşîniyên kurdan li xorasanê bû. Ev mîrgehe li aliyê êla Zafranlû ve di destpêka sedsala 17'emîn de hatiye avakirin û heta dawiya 1800'an hebûna xwe li hember erişên derveyî ve parastî ye. Gorî M. Zekî Emîn Beg ev mîrgeh nîvserbixwe û xwedî qanûn û dadgehên taybetî yên hundurûyî bûye[1].
Piştî ku gelek eşîrên kurdan ji herêmên derdora Qefkasyayê û Azerbaycana Îranê, ji bo parastina eşîrên tirkmen ên li bakur, sirgûnî herêma Xorasanê hatin kirin, ku biryara parastina padîşahê Îranê yê wê demê Abbas I, ku bav û kalên wî Kurd bû, girt. Nasnameya Kurdî li ser zemîneke nû ava bûye. Eşîrên ku pirraniya Kurmançaxêv di vê herêmê de bi bindestkirina împaratoriyên din ên Îranê bi dest xistin.