Cemîla Celîl

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Cemîla Celîl
Jidayikbûn12ê sibata 1940an (84 salî)
EsilKurd
HevwelatîErmenistan
PîşeNivîskar
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Cemîla Celîl (19ê sibata 1940an, Yêrêvan, Ermenistan), nivîskareke kurd û keça Casimê Celîl e.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tevî xwendina li dibistana dehsala (1948-1958), çûye dibistana taybetî ya muzîka ya Alêksandr Spêndyaryan. Li vê dibistanê da Cemîla fêrî nota û lêdana ser piyano bûye. Cemîle di sala 1959 an da dibistana muzîkayê ya heşt sala jî xilas kiriye û li sala 1960 an da bûye xwendekara dibistana muzîka ya Romanos Mêlîkiyane. Di sala 1964 an da Cemîla Celîl dibistan xilas dike û diçe bajaroka Telînê (li Ermenistanê, lê ku 12 gundê Kurda hebûn) û salekî li navenda bajarokêda di dibistana muzîkayê da dibe mamoste. Salên 1964-1967 an da Cemîla Celîl li dibistana dehsala ya Maksîm Gorkî da mamostatiya dersên muzîkayê dike. Cemîla Celîl xwendina muzîkayê berdewam dike û sala 1964 an da dibe xwendekara Konsêrvatora Êrîvanê ya Komîtas û li fakûltêya teori ya muzîkayê, heta sala 1969an pênc sala dixûne.

1967 an da dibe rêdaktor(berpirsyar)a beşa muzîka kurdî li Radyoya Êrîvanê bi zimanê kurdî. Ji sala 1967an heta sala 2002an Cemîle Celîl sî û pênc sala di radioya kurdî da karê xwe yê muzîkzaniyê berdewam dike.

Endamtî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cemîle Celîl endama “Yeketiya Muzîkarên Sovyêt”ê bû û ya Ermenistanê ye. Endama yeketiya rojnemegerên Sovyêtê bû û ya Ermenistanê ye jî.

Pirtûkên Cemîla Celîl yên çapbûyî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Kilamêd cimeta Kurda. Êrîvan, 1964. 75 stran.
  2. Kilamêd cimeta Kurda. Moskova, 1965. 100 stran. Bi tîpên Latînî. Peyv bi wergera Rûsî.
  3. Kilam û miqamêd cimeta Kurda. Moskova, 1973. 103 stran û awaz. Bi tîpên Latînî. Peyv bi wergera Rûsî.
  4. Stranên cimeta Kurda.Êrîvan, 1977. 103 stran.
  5. Kilam û miqamêd cimeta Kurda. Stokholm, 1982. Bi tîpên Latînî.
  6. Kilam û miqamêd cimeta Kurda. Moskova, 1985. 102 stran û awaz. Bi tîpên Latînî. Peyv bi wergera Rsûsî.
  7. Goraniye milliyekanî Kurdî. Hewlêr. 1998. 100 stran. Bi tîpên soranî.
  8. Stran û dîlanên Kurdî. Benda I. Êrîvan, 2001. 157 stran û awaz. Tevî Naza Celîl. Bi tîpên Latînî.
  9. Stran û awazên Kurdî. Benda II. Êrîvan, 2002, 241 stran û awaz. Tevî Naza Celîl. Bi tîpên Latînî. Pêşgotin bi almanî.
  10. Goranî millî Kurdî. Sulêymanî, 2004. 100 stran. Bi tîpên Latînî û soranî.
  11. Stran û awazên Kurdî. Hewraman. Benda III, Êrîvan, 2006. 179 stran û awaz. Bi tîpên Latînî. Starnên gelêrî veçêkirî bona koma sazbenda
  12. Stranên Kurdî yên gelêrî. Para I. Bona koma sazbenda. Êrîvan, 2001. 20 stran.
  13. Stranên Kurdî yên gelêrî. Para II. Bona koma sazbenda. Êrîvan, 2001. 20 stran.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

http://portal.netewe.com/hevpeyvinek-taybeti-bi-mamosta-cemila-celil-ra/