Casimê Celîl

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Casimê Celîl
Casimê Celîl ( 1934)
Jidayikbûn25ê çiriya pêşîn a 1908an
Kars Oblast Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin24ê çiriya pêşîn a 1998an (89 salî)
Êrîvan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
EsilKurd
Perwerde
  • Armenian State Pedagogical University Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partiya Siyasî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Casimê Celîl helbestvan, nivîskar û wêjevanêk kurd e.

Casimê Celîl di sala 1908an de li Ermenistanê ji dayîk bûye. Casimê Celîl di sala 1931an de dixebite. Ew li vira dibe redaktorê pirtukên nivîskarên Kurd, bo lê mêzekirinê, di ber destê wî ra derbas bûne.

Casimê Celîl di warê wêje, zargotin û Dîroka Kurdistanê da bê sekinandin û bê westan hettanî van rojên dawiyê jî gelek xebat pêk anîne. Wusa herdu kurên wî Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl û keça wî Cemîla Celîl ser folklor, dîrok û sazbendiya Kurdî xebatên hêja pêkanîne.

Di nav helbestên Casimê Celîl de welathizî û enternasyonalîzmê cîhikî fireh girtiye. Di sala 1954an de pirtuka Casimê Celîl ya pêşîn bi navên Elegez li Erîvanê hat çapkirinê. Pey vê pirtukê ra di sala 1960în de Casimê Celîl pirtukeke bi navê "Roja min" nivîsî. Di vê pirtukê de nivîskar nîşan dide ku, gelên Sovyet, wusa jî pareke kurdên li Yekîtiya Sovyeta berên çawa paşî Şoreşa Çiriya Pêşîn hatine gîhîştine van rojên dilşa, bextewar û azad.