Charles Baudelaire

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Charles Baudelaire
Jidayikbûn
Charles-Pierre Baudelaire Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

9 nîsan 1821 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin31 tebax 1867 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Parîs Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêAgire li ser wîkîdaneyê biguhêre(Sedemên sirûştî)
Cihê goristanêMontparnasse Cemetery Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîFransa Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Lycée Louis-le-Grand
  • Lycée Saint-Louis Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Xebat
  • Les Fleurs du mal
  • Les Paradis artificiels
  • Le Peintre de la vie moderne
  • Reflections on Some of My Contemporaries
  • La Fanfarlo Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bandorbar
  • Edgar Allan Poe
  • Emmanuel Swedenborg
  • Joseph de Maistre
  • Thomas De Quincey
  • Gustave Flaubert Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partner
  • Jeanne Duval Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Joseph-François Baudelaire Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Caroline Aupick Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
Xelat
  • Concours général Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Charles-Pierre Baudelaire (jdb. 9ê nîsana 1821, Parîs - m. 31ê tebaxa 1867, Parîs), rexnegîr û yek ji helbestvanên mezin yên fransî û avakerê helbesta nûjen e.

Ji ber ku dêya wî ya hîn ciwan piştî mirina bavê wî ji nû ve zewiciye, wî zarokahiya xwe li cem bavê xwe yê demarî ku kesekî fêhmê wî pirr kêm û teng bû, pirr dijwar derbas kiriye. Ev jî bandorek mezin li jiyan û li helbestên wî kiriye. Hîn di salên lîseyê helbestên wî bala dorê dikşînin.

Dest bi xwendina hukûkê dike lê hîn 19 salî bûye ji bo ku dest ji wêjeyê berde û jê sar bibe malbata wî, wî didin keştiyek bazirganiyê û diçe heyta Hindistanê.

Piştî vedigere Parîsê di rojnmeyan de dixebite, di sala 1845an de hewldana xwe kuştinê dike lê bi sernakeve; demekê bi siyasetê dixebite, heyta navê wî di nava amadekarê Şoreşa 1848an de jî derbas dibe. Di vê navbênê de rexne û gotarên li ser hunerê diweşîne.

Helbestên Edgar Allan Poe wedigerîne fransî û bi vî hawî jî wî bi fransiyan re cara yekem dide naskirin.

ji ber tawana ku 6 helbestên wî yên ku di Les Fleurs du Mal (Kulîlkên êşê) cî digrin mûzir i û carisiyan li Xwedê dikin Baudelaire dihê girtin û mehkûm kirin.

Li jiyana beradayî ya Parîsê nexweşiya frengiyê pê digre û dibe kêşê efyûn û esrarê.

Du salan li Belçîkayê maye. Piştî vegerê felç bû ye û pişt re li Parîsê jiyana xwe ji dest daye.

Baudelaire bandorek mezin li ser helbestvanên nûjen kiriye.

Çend rist ji Baudelaîre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Weke keyê welatekî bibaran im

dewlemend lê kêmhêz, ciwan lê kal im

Him kêr im him birîn
him rû me him şiqam[çavkanî hewce ye]


Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]