Clifford Shull

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Clifford G. Shull hat beralîkirin)
Clifford Shull
Navê rastî
Clifford Glenwood Shull Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn23 îlon 1915 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin31 adar 2001 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Medford Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevwelatî Amerîkan
Perwerde
  • New York University
  • Carnegie Mellon University
  • Schenley High School Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
  • Fizîknas
  • akademîsyen
  • mamosteyê/ya zanîngehê li ser wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • Xelata Nobelê ya Fizîkê (1994)
  • Oliver E. Buckley Condensed Matter Prize (1956)
  • Humboldt Research Fellowship
  • Gregori Aminoff Prize (1993)
  • Fellow of the American Physical Society Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Clifford Glenwood Shull (jdb. 23ê îlonê 1915 li Pittsburgh, Pensîlvanya; m. 31ê adarê 2001 li Medford, Massachusetts) yek ji fizîknasên navdar ên DYAyî bû. Sala 1994î guncavê Xelata Nobelê ya Fizîkê hatiye dîtin.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di nava salên 1933 - 1937î de li Pittsburgh di Enstîtuya Teknolojiyê ya Carnegie (enstîtuya teknîkê) de perwerdeya fîzîkê dîtiye. Ji wir derbasî Zanîngeha New Yorkê bûye û perwerdeya bilind li wir girtiye. Serî de karekê li fîrmaya The Texas Company (Texaco) dibîne. Piştî bidawîbûna şerê cîhanê yê duyemîn, sala 1946î, li Tênêsî di ezmûngeheke neteweyî de dixebite. Sala 1955î wekî profesor li Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusetts dest bi kar dike û heya nexweşketina dawiya temenê xwe (1986) li wir dixebite.

Shull sala 1941î bi Martha-Nuel Summer re evînmarî dibe (dizewice) û sê lawên wan dibin, John, Robert û William. Ew li nexweşxaneya Lawrence Memorial Hospital a li Medford a, Massachusetts jiyana xwe jidestdide.

Clifford Shull (rast) bi hevkarê xwe Ernest Wollan (1949)

Xebat û girîngiya wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Texaco analîza mîkrostrûktûra katalîzatoran dikir ku beşek ji kîmyageriya petrolê bû. Li laboratûara Oak Ridge National Laboratory bi tevî Ernest Walton (1903-1995) li ser bipêşxistina reşandina neutronan dixebite.

Shull sala 1994î bi tevî Bertram Brockhouse Xelata Nobel a fîzîkê werdigire.

Xelat[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Clifford Shull: Early development of neutron scattering. Rev. Mod. Phys. 67 (1995) 753–757