Clinton Davisson

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Clinton Davisson
Navê rastî
Clinton Joseph Davisson Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn22 çiriya pêşîn 1881 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bloomington Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin1 sibat 1958 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Charlottesville Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevwelatî Amerîkan
Perwerde
Pîşe
Hevjîn
  • Charlotte Davisson Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • Xelata Nobelê ya Fizîkê (1937)
  • Elliott Cresson Medal (1931)
  • Hughes Medal (1935)
  • Fellow of the American Physical Society
  • Comstock Prize in Physics (1928) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Clinton Joseph Davisson (jdb. 22ê çiriya pêşîn a 1881ê li Bloomington, Illinois; m. 1ê sibata 1958an li Charlottesville, Virginia) fizîknasekî DYAyî bû. Sala 1937î bi tevî George Paget Thomson Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî bidawîkirina dibistana bilind, sala 1902î de li zanîngeha Şîkago dest bi perwerdeya matematîk û fîzîkê dike. Salekê şûnde ji ber sedemên aborî bicih ve dîhêle. Li Bloomingtonê di fîrmayeke telefonê de dixebite. Ji ber ku nasên wî yê fizîknas hebûn û bala wê li ser fîzîkê bû, dîsa vedigere xwendinê. Li gelek zanîngehan dixwîne û dersê dide.

Di navasalên 1911-1917î de li beşa fîzîkê ya Carnegie Institute of Technology li Pittsburgh dersdariyê dike. Wekî endazyar di dema şerê cîhanê yê yekemîn de li Western Electric Company (paşê dibe Bell Telephone Laboratory) dixebite. 29 salan li wir dixebite û ji wir begtiya kedkariyê (teqawut) digire. Di nava salên 1947-1949î de dîsa wekî profesorê fîzîkê li zanîngeha Virginiayê dixebite.

Sala 1911î evînmarî dibe (dizewice) û çar zarokên wî çêdibin.

Xebat û girîngî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wî gelek lêkolîn li ser pêlên materyalan kiriye û bi tevî Lester Germer dîfraksiyona elektronan eşkere kirine. Bi hevre rêbaza analîzê ya bi navê LEED avakirine ku îro jî gelel bikêr e. Nîvê xelata wan jî ji George Paget Thomson re hatiye dayîn.

Xelat û paye[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]