Dîlan Yeşilgöz-Zegerius

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Image dans Infobox.
Member of the House of Representatives of the Netherlands (d)
dp.
Minister of Justice and Security (d)
Partiya Gel ji bo Azadî û Demokrasiyê (en)
dp.
Dutch State Secretary for Economic Affairs and Climate Policy (d)
Partiya Gel ji bo Azadî û Demokrasiyê (en)
-
Member of the House of Representatives of the Netherlands (d)
-
Municipal councillor of Amsterdam (d)
-
Jidayikbûn
Hevwelatî
Keyaniya Holendayê (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Cîwar
Perwerde
Zanîngeha Azad a Amsterdamê (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Bav
Yücel Yeşilgöz (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Partiya siyasî
Partiya Gel ji bo Azadî û Demokrasiyê (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

Dîlan Yeşilgöz-Zegerius (jdb. 18 hezîran 1977 li Enqerê), siyasetmedareke holendî ye ku bi eslê xwe kurd e ku malbata wê ji Dêrsim a Bakurê Kurdistanê ye. Dîlan Yeşilgöz, ji 10 kanûna paşîn a sala 2022an ve wekî siyasetmedara Partiya Gel ji bo Azadî û Demokrasiyê (VVD) di kabîneya Rutte IV de wekî Wezîra Dadmendî û Ewlekariyê ye di kabîneyê de wezaretî dike. Ji 23 adara sala 2017an heta 3 îlona sala 2021an endama Meclîsa Nûneran bû.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî ku bavê wê Yücel Yeşilgöz wekê çalakvanê mafên mirovan ê kurd sê sal berê ji ber xebatên sendîkayan û xebatên xwe yên siyasî wek penaberekî siyasî ji Tirkiyeyê derketibû, Dîlan Yeşilgöz di sala 1984an de bi dayik û xwişka xwe re ji Tirkiyê koçê Holendayê dibe.[1]

Di navbera salên 1991 û 1997an de li Koleja Vallei ya Amersfoortê perwerdeya amadeyî qedand, li Zanîngeha VU Amsterdamê zanistên civakî û çandî dixwîne. Di heman zanîngehê de, di sala 2003an de bawernameya masterê di warê çand, rêxistin û rêvebiriyê de werdigire.[2][3] Di heman demê de jî xwediyê ajansekê bû ku di karê wan de alîkariya derhêneran dikir.[4] Di sala 2015an de, Yeşilgöz ji bo Studio PowNed ya weşanger PowNedê wekî şirovekar xebitiye.

Polîtîka[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîlan Yeşilgöz ji bo ewlehî û lênihêrîna şaredar û endamên meclîsa Şaredariya Amsterdamê wekê şêwirmendê lijneyê û ji 2014an heya sala 2017an ji bo Partiya VVD endamê meclîsa Şaredariya Amsterdamê bû. Di salên borî de di nav Partiya Sosyalîst, GroenLinks û Partiya Karkeran de çalak bû.[5] Di 25ê gulana sala 2021an de Yeşilgöz di kabîneya Rutte III de dibe Sekretera Dewletê ya Karûbarên Aborî û Avhewayê. Ji ber statûya derketina kabîneyê ew û hevkarên wê Steven van Weyenberg û Dennis Wiersma di destpêkê her çend ev di prensîbê de li gorî qanûna destûrî li hev neyê jê kursiyên xwe yê parlamenê de parastin.[6] Şêwirmendiya Encûmena Dewletê vê yekî li dijî Destûra Bingehîn nedît lê "wek bêbextî" hatiye dîtin.[7] Piştî vê yekê Yesilgöz û her du wezîrên din ên dewletê ragihandin ku ew ê jî dest ji kursiyên xwe yên li parlamenê berdin.[8][9] Weke wezîra dewletê wê qismek ji erkên wezîrê Bas van 't Wout girt ser xwe, ku ji ber westiya bû herî kêm sê mehan ji erka xwe îstifa kiribû.

Di 10ê kanûna paşîn a 2022an de wê di kabîneya Rutte IV de wek Wezîra Dadmendî û Ewlekariyê dest bi karê xwe kiriye ku cîgirê Ferdinand Grapperhaus e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ VVD, © 2023. "VVD Amsterdam - De Vrije Amsterdammer: Dilan Yesilgoz-Zegerius". VVD (bi holendî). Roja gihiştinê 12 tîrmeh 2023. {{cite web}}: |pêşnav= sernavekî bi reqaman bi kar tîne (alîkarî)
  2. ^ Zaken, Ministerie van Algemene (5 kanûna paşîn 2022). "Dilan Yeşilgöz-Zegerius - Rijksoverheid.nl". www.rijksoverheid.nl (bi holendî). Roja gihiştinê 12 tîrmeh 2023.
  3. ^ "Wie zijn de VU-alumni in de Tweede Kamer?". VU Magazine. Roja gihiştinê 12 tîrmeh 2023.
  4. ^ "Dilan Yesilgoz's Email & Phone - Senior Advisor at BureauDNW". contactout.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 12 tîrmeh 2023.
  5. ^ "Dilan Yesilgöz (VVD) nieuwe staatssecretaris van Economische Zaken en Klimaat". Het Parool (bi holendî). 26 gulan 2021. Roja gihiştinê 12 tîrmeh 2023.
  6. ^ "Kamerlid én staatssecretaris: kan dat wel?". Trouw (bi holendî). 16 tebax 2021. Roja gihiştinê 12 tîrmeh 2023.
  7. ^ "Raad van State: behoud Kamerzetel door staatssecretaris niet in strijd met grondwet, wel 'ongelukkig'". de Volkskrant (bi holendî). 1 îlon 2021. Roja gihiştinê 12 tîrmeh 2023.
  8. ^ "Onlangs aangestelde staatssecretarissen verlaten Tweede Kamer". www.parlement.com (bi holendî). Roja gihiştinê 12 tîrmeh 2023.
  9. ^ "Drie demissionaire staatssecretarissen geven Kamerzetel op". de Volkskrant (bi holendî). 2 îlon 2021. Roja gihiştinê 12 tîrmeh 2023.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]