Dîno

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Hozan Dîno
Jidayikbûnsala 1969
Xewiskar, Erdêxan, Bakurê Kurdistanê
Cureyê muzîkêMuzîka kurdî
PîşeHunermend
Etîketa qeydêKom Muzîk (berê)

Deutsch-Kurdisches Kulturinstitut (berê)

Hozan Dîno (Şirket) (Serxwebûn - niha)
biguhêreBelge

Dîno an jî Hozan Dîno yan jî navê wî yê rastî Yusuf Şahin (jdb. sala 1969 li gundê Xewiskar, Hasköy, Erdexan)[1] hunermendekî kurd e.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîno di sala 1969an de li gundê Xêwîsqerê girêdayî Erdexanê jidayikbûye.[2][3]

Dibistana xwe ya yekem û ya navend li Navca Xasê (Hasköy, Xoçvan) qedand. Dibistana xwe ya bilind li Dibistana Mamosteyan a Gumuşxane berdewam kir û piştî vê derbasî Stembolê bû. Ji ber sedemên şexsî mecbûr ma dibistana maomosteyan di sinifa dawî de biterikîne.[4]

Piştî demekê ew di çarcoveya Navenda Çand a Mezopotamya de cara ewil tevlî xebatên muzîkê dibe. Lê ji ber sedemên aborî heta demekê dev ji xebatên xwe yên muzîkê berdide. Di wê demê de (salên 90'i) şerek li dijî kurdan destpê kiribû, yê ku hê bênav bû û Dîno jî di bin tesîra vî şerî mabû. Lewra di sala 1995'an de ji ber 'piştgiriya rêxistineke qedexe' hat binçavkirin.

Di dema ku li Kurdistanê dijî di derbarê jiyana xwe yê li Kurdistanê wiha behs dike:

Piştî ku serbest dimîne di sala 1998an de mecbûr dibe ku welêt biterikîne.

Dîno li ser li mafê penabertiyê li Holendayê dijî. Di werê jiyana xwe yê li sirgûnê wiha dibêje:

[5]

Hunera Muzîkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîno bi alîkariya Mîr û Kom Muzîkê çar albûm da weşandin. Taybetiya herî balkêş a albumên xwe ev e ku gotin û muzîk bi tevahî ya Dîno ne. Bi dengê xwe yê bêhempa ew xwe ji gelê kurd re da pejirandin û cihê xwe yê metîn di nava muzîka kurdî de girtiye.

Hozan Dîno hunera xwe bi vî havi dide nasîn:

Dîno bi taybetî bi strana xwe ya "Lê dayê" bi nav û deng e.

Dîskografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Albumên Stûdyo[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Lê Dayê (2002)
  • Çû (2005)
  • Namûs (2007)
  • Dîsa Çu (2011)
  • Roj (2020)

Fîlmnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Klîb[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Oy Yarê (2009)
  • Çû (2009)
  • Şev Bi Tarîya Xwe Tirsya (2013)
  • Were Gulê (2015)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Hozan Dino Biyografisi". Kürtçe Bilgi - KurtceBilgi.Com (bi tirkî). Roja gihiştinê 27 sibat 2023.
  2. ^ "HOZAN DİNO KİMDİR". Bernamegeh (bi tirkî). 25 gulan 2022. Roja gihiştinê 27 sibat 2023.
  3. ^ "Hozan Dino Kimdir? Nerelidir? Hayatı » kurtler.net". www.kurtler.net (bi tirkî). 8 sibat 2021. Ji orîjînalê di 27 sibat 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 sibat 2023.
  4. ^ Kürtler.com. "Hozan Dîno kimdir, ve hayati" (bi tirkî). Ji orîjînalê di 8 kanûna paşîn 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 sibat 2023.
  5. ^ ZA. "Hozan Dino". Bloga Zinar Ala (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 sibat 2023.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]