Here naverokê

Dawalî

Dawalî
Beşoluk
Dawalî li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Dawalî
Dawalî
Koordînat: 38°58′23″Bk 39°46′22″Rh / 38.97306°Bk 39.77278°Rh / 38.97306; 39.77278
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehDêrsim
NavçeMêzgir
NahiyeMoxindî
Bilindahî
1.270 m (4170 ft)
Nifûs
 (2009)
36
Koda postayê
62800
Koda telefonê(+90) 428
Map
biguhêreBelge

Dawalî (bi tirkî: Beşoluk), gûndêkî navça Mêzgira Dêrsim ê û girêdayî nahiya Moxindî ye. Dawalî, li bin Zimagê Lodekan li ser gir (tapekî di nava du newalan de hatiye ava kirin. Li bakurê Dawalî Lodek û Kûpik; li rojhilatê Gund deşta Sûlav ê, li başûr Goma Çet ê û li rojava jî Bilan Goma Civarikê û Şîlk dorpêç dikin. Her çiqas li ser tap (gir)ekî ava bûye jî ji hemê derdora -xêr ji Çetê- niztir e. yanê bi gotineke din di kurahiya vê herêmê de ye,

Populasyon, yanê şêniya gûnd ji xeynî yek malakê tevahî ji Eşîra Şadî ne. Dawalî li herêmê ji berê ve bi aşê xwe menşûr e. Li ser her dû newalan (Qemlaxan, newala Şîlkê yan jî ava çavîyê) navbera çar yan jî pênc aş hatine saz kirin.

Aşên dawalî heta salên 80 jî biawayekî berxwe dan jî lê bi hatina teknolojî, van aşên pîroz hêdî hêdî xwe dan rêya mirin ê.

Sal Gelhe[1]
2009 36
2000 44
1990 78
1985 96
  1. ^ Yerelent, Beşoluk, ji orîjînalê di 3 hezîran 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 7 kanûna pêşîn 2011