Deştî Rewşen

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Deştî Rewşen
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Deştî Rewşen mamoste û rojnamenivîsekî kurd e ku di sala 1977'an de li Amedê hatiye dinê.

Jînenîgariya Deştî Rewşen[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hetanî sala 2004'an li Amedê maye. Di van salan de ji Zanîngeha Dîcleyê Beşa Mamostetiya Kîmya dixwîne. Li Amedê li piranî saziyan de xebat meşandiye. Partiyên siyasî, xebatên meclîsên gel, rojnamegerî, mamostetiya ziman. Ji sala 99'an hetanî sala 2004'an li gelek cî û dezgehên cuda mamostetiya zimanê kurdî kiriye. Yekem car di sala 2002'yan de, li hewşa zanîngehê ders daye 250 xwendekaran. Ev wekî çalakî, li zanîngehan yekemîn e. Bi qasî sê sal û nîvan li Rojnameya Azadiya Welat xebitiye û nûnertiya rojnameyê ya bajarê Amedê kiriye. Di van deman de, di demeke ku kovarên bi kurdî dernediketin de, li Amedê bi Sîdar jîr re yekem fanzîna bi kurdî Kulîlk derdixînin û piştî çar hejmaran, bi awayekî fermî fanzînê dikin kovar û kovara Kulîlkên Ciwan derdixînin. Ev kovar xwerû bi zaravayê kurmancî dihat derxistin û hewl dan ku ciwanan teşwîkî wêjeya kurdî bikin. Deştî Rewşen di heman demê de kovara Tîgrîsê de jî cî digire. Gelek kurteçîrok û helbest nivîsandiye, bes ev wekî pirtûk nehatine nirxandin û hemû windabûn. Ji 2004'an vir ve, li çiyayên azadiyê Zanîngeha Jiyanê dixwîne û hê jî xwendina xwe didomîne.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]