Dedalos

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dedalos
Δαίδαλος Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perestvanmîtolojiya yewnanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZayendMêr li ser wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Dê û bav
  • Mêtîon, Eupalamos Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Îfênoê, Meropê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
Xwişk û bira
  • Perdîks
  • Mêtiadûsa Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Naukratê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
XanedanNaukratê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Dedalos (bi yewnanîya kevn: Δαίδαλος) di mîtolojiya yewnanî de peykersazê yekem, mîmar û makînîst e. Ji xelkê Atînayê ye. Di ajara Erekteûs e. Bavê Îkaros e. Dihata bawer kirin ku cihnîş û birek ê ew îcad kiriye.

Bi hesûdiya xwe birazî û heman demê xwendawanê xwe Talos ji qeleya Atênayê tavêje. Cezaya wî mirin bû lê ew revî çû keyaniya Mîkênê. Li girava Krîtê aliye key Mînos hate pêşwazîkirin.

Xatûn Pasîfaê ji Dedalos makînek xwest. Dedalos wê makîneyê çêkir. Xatûn çu nava makînayê û saya wê makîneyê Gayê Pîroz ê Krîtê re tekîliyên ganê kir. Mînotaur bi wî şeklê tê te dinê. Key Mînos ji bo heps kirina Mînotaur, Labîrîntos ji destê Dedalos anî çêkirin. Labîrîntos binayekî rêyên tikilhev pêk dihat. Yên ku biçûya nava wî nedikariya derkeve derve.

Pasîfaê dîçe nava makîneya çêlekê sexte

Îxtilaf kete navbera Dedalos û keyê Mîkenê Mînosê ra. Sebeba îxtilafê jî di çavkaniyan da ne yek e. Lê sebeba herî tê te qebûl kirin ew e ku Dedalos alikarî kiribû ku Têseûs û keça key Arîadnê bi hev ra birevin. Bendekî dabû wan. Key Mînos vê yekê aciz bûbû. Ji ber wê wan avête Labîrîntosê. Îkaros û bavê wê Dedalos di Labîrîntosê êsîr mabûn. Derdora girava Krîtê bi temamî awaya leşkerî da hatibû dorpêçkirin ji ber wê bav û kur nedikariyan ji rêya avê jî birevin.[1] Tenê rêyek mabû hewa. Ji xwe ra û kurê xwe Îkaros ra baskan çêdike. Her du pê wan basikan bifirin û ji giravê dûr kevin. Difirin lê rê de şimayên ku parên baskê ji hev giredidin dihelî û Îkaros dikeve erdê û dimire. Îkaros li girava Îkarîayê tê weşartin.

Dedalos, li ser mozaîkan (Muzeya Zeugmayê, Dîlok)

Dedalos bi awayekî xemgîn dewam dike û diçe girava Sîsîlyayê. Li wir bi awayekî germ ji aliyê key Kokalos tê pêşwazîkirin. Mînos ji vê yekê pir aciz dibe û pê hêzên xwe diçe Sîsîlyayê, Mîmara xwe, ji key dixwaze. Key Kokalos qebûl dike, wê gaziyê germavê dike. Li germavê bi awayekî xaîntî Key Mînos tê kuştin.

Dedalos emrê mayî bi nav sukunetê derbas dike û li wir xebatên hûnerî emrê xwe diqedîne.[2]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ https://digitalmapsoftheancientworld.com/mythology/greek-mythology/heroes/daedalus/
  2. ^ Myths and Legends of Ancient Grecee and Rome - E. M. Berens(rûpel :224-226)