Dema Nû (rojname)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Dema Nû hate beralîkirin)
Jump to navigation Jump to search

Dema Nû rojnameyeke hefteyî ya çandî û siyasî ye, ku di 1'ê adara 2001ê de dest bi weşanê kirîye. Dema Nû bi zimanên tirkî û kurdî weşanê dikê. Di destpêkê de navenda rojnameya Dema Nû li Stembolê bû, lê paşê biryara veguhestina navenda rojname bo Kurdistanê hat dayîn û rojname niha li Amedê derdikevê. Ji bo demeke kurt Dema Nû li Ewrûpayê û bi taybetî li Elmanyayê li rojnamefiroşan jî dihat belav kirin, lê jiber kêmbûna xwendevanan belavkirina bi riya rojnamefiroşan li Ewrûpayê hate rawestandin. Dema Nû bi riya sistema abonetiyê xwe digihînê xwendevanên li Başûrê Kurdistanê û Awustralyayê jî.

Dema Nû nêzîkî Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSKê) ye.

Girêdanên derve[biguherîne]