Dendrît

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Dendrît, liq û pop an jî zêdehiya çeqdar. Ji laşê xaneyên demar, pêkhateyên wekî liqên kurt ên çeqdar, ber bi derveyî xaneyê dirêj dibe, ev zêdehiyên çeqdar wekî dendrît an jî liq û pop bi nav dibin. Dendrît ji peyva dendronê çêbûye. Di zimanê yewnanî de peyva dendron ji boy dar an jî tiştê mîna daran tê bi kar anîn[1][2].

Erk û pêkhate[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi gelemperî, dendrît ji demarakotahiya xaneya pêşgehînke demareragîhandin werdigire û dişîne laşê xanayê.

Dendrît, kartêkiran ji demarexaneyên din an jî ji xaneyên din werdigirin û ber bi laşexaneyê ve dibin[3]. Dendrît kartêkiran raste rast ji xaneyan wernagire, di navbera dendrît û xaneya pêşgehînke de valahiyek heye ev valahî wekî qelîşa gehînkeyê (gehînkeqelîş) tê bi navkirin (bi îngilîz: synaptic cleft). Kartêkir an jî demareragihandin bi şêweyê kîmyayî di gehînkegelîşê de ji xaneya pêşgehînke (bi îngilîzî: presynaptic neuron) derbasî dendrîtê dibe. Kartêkir bi şeweyê demareragihadin ji dendrîtê ber bi tewereyê ve tê guhaztin[4]. Dendrît, bi parzûna xaneyê dorpêçî ne û kartêkiran ji dewrûberên xwe digirin û arasteyê laşê xaneyê dikin. Berevajî tewereyê, ne yek lê gellek dendirît ji parzûna demarexaneyê ve dirêjî derve dibin. Dendrît ji teweryê kurttir e. Dendrît ji laşê xaneyê mîna antenan dirêj dibe, bi vî awayê ji boy wergirtina kartêkirin rûyek fireh peyda dibe[3]. Hejmara dendrîdên demarexaneyek çiqas pir be, xane hê zêdetir kartêkir ji hawirdore digre û dişîne laşexaneyê[2]. Li ser rûyê dendrîdan pêkhateyên tûj ên mîna strî hene, ev beşên tûj wekî striyê dendrîdî (bi îngilîzî: dendritic spine) tê bi navkirin. Striyên dendrîdî li beşa demaregehînke ya demarexaneyan de cih digire[5].

Dendrît, kartêkiran ji demarexaneyên din an jî ji xaneyên din werdigirin û ber bi laşexaneyê ve dibin.

Ji bilî demarexaneyên hestê, serê dendrîdan bi navbeynkariya gehînkeya demariyê, bi xaneyek din ve di têkiliyê de ye. Lê li hin demarexaneyên hestê, dendirît wekî wergirên hestê dirêjê nav xane û şaneyan dibe[6].

Dendirît bi bergê maylînî peçî nîn in, ango bê maylînî ne[7]. Bi gelemperî, dendrît ji demarakotahiya xaneya pêşgehînke demareragîhandin werdigire û dişîne laşê xanayê, tewere jî demareragîhandinan diguhazîne boy xaneya paşgehînke (bi îngilîzî: postsynaptic neuron). Lê hin caran dibe ko navbera dendrîdên du demarexaneyan de (dendrît-dendrît) an jî di navbera dendrît û xaneyek laş de gehînke ava bibe û ji dendrîtan ragîhandin bêne guhaztin bo van xaneyan. Herwisa hin demarexane tewere lixwe nagirin, di van xaneyan de, demareragihandin ji aliyê dendrîtan ve tê guhaztin[7].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
  2. ^ a b McKinley, Michael P.(2010) Human anatomy.3rd ed. McGraw-Hill Higher Education ISBN 978–0–07–337809–1
  3. ^ a b Alberts, B. ; et al.( 2015) Molecular biology of the cell. 6th ed. New York, : Garland Science. ISBN 978-0-8153-4432-2
  4. ^ Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  5. ^ Tan, A. M. (2015). Dendritic Spine Dysgenesis in Neuropathic Pain. Molecular and Cell Biology of Pain, 385–408. doi:10.1016/bs.pmbts.2014.12.001
  6. ^ Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  7. ^ a b ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, Axon [1]